• Friday, 28 June 2024
logo

Leyla Zana: Dil û kezebên me şewitîn

Leyla Zana: Dil û kezebên me şewitîn

 Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê bi peyamekê amaje bi agirê mezin ê Şemrexa Mêrdînê û Çinara Amedê kir û got, ”Dil û kezebên me şewitîn.”

Pêr bi şev di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû.

Di şewatê de 14 kesan canê xwe ji dest da

Leyla Zanayê ji ser hesabê xwe yê Xê li ser agir û mirina gundiyan peyamek belav kir.

Leyla Zanayê bangî berpirsên Tirkiyeyê kir ku sedema agir eşkere bikin û wiha got:

Dil û kezebên me şewitîn. Eger em hemwelatiyên vî welatî ne, wekî tê gotin an jî hûn dibejin em bi hev re dijîn… erkê desthilat û rayedarên desthilatdariyê ye lêkolînê bikin û sedemên vê karesatê eşkere bikin.

Divê telafiya ziyanên qurbaniyan bê kirin ji bo careke din ev dubare nebe bi lezgînî tedbîr bên girtin.

Em ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê dixwazin. Ez êşa kesên ku ev felaket kişandiye parve dikim.”


Çi bûbû?

20ê Hezîranê bi şev di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû.

Ji ber ba û bahozê agir li nava erdên 8 gundan herêmê belav bû.

Ji ber şewatê 14 kesan canê xwe ji dest dabû 78 kes jî birîndar bûbûn.

Bi hezaran donim zeviyên genim bax û rez û bi sedan serî û pez ji ber şewatê mirar bûbûn.

 

Rudaw

Top