• Wednesday, 03 July 2024
logo

Xelkê Libnanê dest bi reviyanê kir

Xelkê Libnanê dest bi reviyanê kir

Di nava du rojan de nêzî 300 hezar kes ji welat derketine.

Li gel gerim bûna mijara destpê kirina şereke berfire di navbera Îsraîl û hizbulaha Libnanê de xelkê Libnanê jî dest bi derketin ji vê welatî kiriye.

Beriya du rojan çend welatên cîhanê weke Kanada, Îtalya, Kuwait û çend welatên din yên kendavê daxwaz ji welatiyên xwe kiribûn daku, bilez ji Libnanê derbikevin.

Piştî vê yekê çapemeniya Libnanî jî dêmenên nava balefirgeha navnetewî ya Beyrûtê belav kiriye û nivîsandiye ku, di nava 24 seatan de herî kêm 250 hezar welatiyên Libnanî ji vê welatî derketine û berê xwe dane Ewrûpa û welatên din yên Rojhilata Navîn.

Weke tê zanîn ev demêke Îsraîl û hizbulah xwe bo destpê kirina şereke mezin amade dikin û artêşa Îsraîlê dibêje em li benda fermana destpê kirina êrîşêne û hizbulah jî dibêje me çekên nû hene û emê bi dijwarî bersifa Îsraîlê bidin.

Top