• Wednesday, 03 July 2024
logo

Li Selahedînê 7 terorîst hatin kuştin

Li Selahedînê 7 terorîst hatin kuştin

Artêşa Îraqê êrîşî ser wan kiriye.

Li gor çapemeniya Îraqî duhê bişev balefirên şer yên vê welatî li çiyayê Pilkane ya ser bi qezaya Xurmatû ya li parêzgeha Selahedînê êrîşî ser cîhên terorîstên DIŞIê kirine.

Çapemeniya Îraqî diyar kiriye ku, di encama êrîşa han de herî kêm 7 terorîstên DIŞIê hatine kuştin û çend eşkeft û cîhên xwe veşartinê yên terorîstên DIŞIê hatine wêrankirin.

Top