• Wednesday, 03 July 2024
logo

Parlamenterekî PDK: Dixwazin bi zorê Êzidiyan vegerînin navçeyên ku ewlehiya wan metirsîdarin

Parlamenterekî PDK: Dixwazin bi zorê Êzidiyan vegerînin navçeyên ku ewlehiya wan metirsîdarin

Parlamenterekî Partiya Demokratîk a Kurdistanê PDKê li Encûmena Nûnerên Iraqê amaje bi wê dike ku hewlek tê dayîn ji bo ku awareyên kampên Herêma Kurdistanê bi zorê vegerin wan navçeyên ku metirsiyan ewlehiyê li sere û bixin bin destê grupên çekdar.

Parlamenterê PDKê Şiwan Kelarî li Bexdayê ji BasNewsê re got: “Ji aliyê Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê ve ku bi xwe ser bi grupa Reyan Keldaniye, hewlek heye, ku awarên Şingal û Êzidiyan vegerînin bin destê Heşdî Şeibî û PKKê, heta ku bi xwasta xwe ji bo hizra siyasî wan bikar bînin. Em li vir ji wan re dibêjin, heta ku rêkeftina Şingalê neyê cêbicê kirin, yek aware jî nazivirin.  Naha plana PKKê û xelkên din ewe ku Êzidiyan ji neteweya kurd cuda bikin û pêşniyara wan jî  ji bo Reyan Keldanî û darudestên wî ewe, ta ku li dijî Êzidiyan pîlanan çêbikin.”  

Herwha dibêje, “Hêşta ew navçeyane ji bo jiyanê metirsîdarin, PKK û Heşdî Şeibî sedt danîne ser wan naçeyan û rê nadin ku Hikûmet karê xwe bike û çûyîna her awareyekî wê deverê metirsîdare. Werin rêkeftina Şingalê cêbicê bikin, piştre biryara vegerandina awareyan bidin! Derveyî wê jî divê aware bên qerebû kirin û navçe aram bibe, piştre wan gotinan bikin.”

Ev di demekî de ye ku cêbicê kirina rêkeftina Şingalê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî (di kabîneya Mistefa Kazimî de ev rêkefine hat kirin), heman rêkeftin beşeke ji karnameya kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî jî.

 


 

 

Basnews

Top