• Wednesday, 03 July 2024
logo

Umêd Xoşnaw: Kesek bi tometa şewitandina bazara Qeyserî ya Hewlêrê hatiye girtin

Umêd Xoşnaw: Kesek bi tometa şewitandina bazara Qeyserî ya Hewlêrê hatiye girtin

Parêzgarê Hewlêrê ragehand, bi şeş mehan, nûjenkirina bazara Qeyserî ya Hewlêrê dê bê temam kirin, kesek jî bi tometa şewitandina bazara Qeyserî ya Hewlêrê hatiye girtin û di çend rojên pêş de encamên wê dê bên ragehandin.

Îro 23.06.2024ê parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di civîneke çapemeniyê de ragehand, nûjenkirina bazara Qeyserî ya Hewlêrê piştî şeş mehan dê bê temam kirin û piştre jî kasibkar û esnaf dikarin wegerin ser karen xwe.

Herwaha got, karê nûjenkirinê salak jê re pêwîste, lê ji ber ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ferman daye, demeke herî kurt de karen xwe temam bikin, ji bo wê jî kompanyayên kar li bazarê dikin, 24 demjimêran berdewam kar dikin.

Roja 05.05.2024ê demjimêr 09:00ê şev agir bi bazara Qeyserî ya Hewlêrê ket û 227 dukan û 7 embar şewitîn. Piştî bûyerê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana bazarê kir û ragehand: Tişta ji dest me bê ji bo qerebûkirin û nûjenkirina bazarê emê bikin.

Hat ragehandin bazar bi 300 milyon dînaran ve dê bê nûjnkirin.

 

Basnews

Top