• Wednesday, 03 July 2024
logo

Di 4 rojan de 400 hezar torîst hatine herêma Kurdistanê

Di 4 rojan de 400 hezar torîst hatine herêma Kurdistanê

Hijmara herî zêde ya torîstan serdana Hewlêrê kiriye.

Berpirsê beşê hemahengiya komîteya torîzmê ya hikûmeta herêma Kurdistanê Sîrwan Tofiq ji rojnameya Sebah ya Îraqî re ragihandiye ku, di nava 4 rojên tatîliya cejna Qurbanê de zêdetir ji 400 hezar torîst hatine herêma Kurdistanê.

Nav hatî diyar kiriye ku, 117 hezar torîst hatine Hewlêrê, 125 hezar çûne Silêmanî, 80 hezar çûne Helebce û 60 hezar torîst jî çûne Dihukê.

Sîrwan Tofiq diyar kiriye ku, plana wan ewe daku, îsal hijmara giştî ya torîstan bigehînin 10 miliyon û heta sala 2030an jî ev hijmar bigehînin 20 miliyonan.

 

 

Top