• Wednesday, 03 July 2024
logo

Piştî şewata Mêrdîn û Amedê li Şirnexê jî şewatek mezin derket

Piştî şewata Mêrdîn û Amedê li Şirnexê jî şewatek mezin derket

Li navçeya Hezex a Şirnex a Bakurê Kurdistanê şewateke mezin derket. Herwaha Hejmara qurbaniyên şewata Mêrdîn û Amedê jî geheşt 15 kesan.

Li navçeya Hezex a Şirnexê şewateke mezin derket ku sînorê heşt gundan li xwe girtiye û hewldanên vemirandinê didomin lê heta niha nehatiye kontrolkirin.

Şaredariya Cizîrê û Şaredariya Silopiyê bi wesayît û tîmên xwe ji bo şewata li xeta sînor vemirînin, gihîştin herêmê.

Li aliyê din ve  ji birîndarên şewata Mêrdîn û Amedê kesekî din jî canê xwe jidest da û hejmara qurbaniyan gihişt 15 kesan.

 

Basnews

Top