• Friday, 03 May 2024
logo

Damezrandina civata bilinda danûstandinê tev Bexda: gavek giringe ji bo yekbûna gotara sîyasî

Gulan Media August 19, 2012 Raport
Damezrandina civata bilinda danûstandinê tev Bexda: gavek giringe ji bo yekbûna gotara sîyasî
Damezrandina civata bilinda danûstandinê bo gotûbêja tev Bexda ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta fidrala Îraqê, gaveke ji cîbicîkirina bernama kabîna heftê ya herêma Kurdistanê û bizaveke din ya berêz Neçîrvan Barzaniye daku yekrêzî û yekhelwîstî di navbera aliyên siyasiyên Kurdistanê li ser pirisgirêkên niştîmanî dirust bibe, li dawiyê jî ev biryare li roja şemiya borî 11/8/2012 di nava telarê perlemanî de yekemîn civîn ji bo pêkanîna vê komîtê hat li darxistin, di wê civînê de bas li wê hatkirin ku ew komîte li gor yasayê were pêkanîn û tekez li ser 3 xala hat kirin ku ew jî yekem, armanca vê komîtê, duyem: heykelê vê komîtê, sêyem: ew neguhartinên ku çi cudahî li ser nîne, ev jî wate di çiwarçûvê vê komîta bilind de wê civîn berdewambin daku di zûtirîn dem de erkên xwe cîbicîbikin, bo dûvçûna vê pirsê Fatîh DarAxayî perlemanterê Komela Îslamî di perlemana Îraqê de tekez kir ku ev komîte bi destpêşxerîiya berêz Neçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê damezran û aliyên siyasî jî pêşwazî lêkirû di vê barê de di daxuyaniyek taybet ji Gulan re got: ( ev civata bilinda danûstandinê li ser destpêşxeriya serokê hikumeta herêma Kurdistanê hatdamezrandin û hemû aliyan beşdarî têdekir, ev jî tiştek başe û dikarim bêjim seretayeke nûye ji bo hesab ji hev re werekirn û hevdu binasin û gotara Kurd bitaybet hember Bexda were rêkxistin, ku îro Îraq ketiye di tengasiyek mezin de û tev pirsên navbera herêmê û Îraqê jî helawîstî mane, lewre çareseriya wan pirisgirêkan pêdivî bi gotara hev girtiya Kurdî heye, ev yekgirtin jî bi qûnaxek nû û çarenivîskî tê zanîn, eger di warê cîbicîkirinê de tengasî nekevin di rê de bi nêrîna min qûnaxeka nû wê wrere pêş, em dikarin bêjin vekirina dergehekiye di hemû biyavan de, di hemû barên cîbicîkirina wan gazindên ku opozisyonê li vir hene, di heman dem jî de ji bo cîbicîkirina daxwaziyên Kurd li Bexdayê wê giraniya xwe hebe, cûnkî hebûna gutareka hevgirtî li Bexda wê daxwaziyên Kurdan bilintir bike û bersivek erênîjî bi destxe, lewre em weke komela Îslamî tevî wan bizavayin yên ku berjewenda bilinda milet û rehendên niştîmanî û neteweyî bixwevebigire û bêxe ser berjewendên taybetî û hizbatî, lê pêwîstbû ev gava giring zûtir bihata havêtin).

Eşwaq Cav jî perlemantera lîsta Kurdistanî li perlemanê Îraqê li ser heman damezrandina civata bilinda danûsitandinê daxuyan, hizra damezrandina vê civatê pêşinyara Neçîrvan Barzanî bû ji bo çareserkirina pirsên nava herêmê û Bexda û niha jî pêşinyara wî tê cîbicîkirin, di vê barê de û di daxiyaniyek taybet ji Gulan re ragehand: (hizra pêkanîna komîta bilinda danûsitandinê li destpêka vê salê ji bal berêz Neçîrvan Barzanî ve hatbaskirin, ji bo vê komîte tev parta amadekarî jêra kirin û hemû aliyan jî beşdarî tê de kirin, daku tev alî beşdar bin di çareserkirina pirsgirêkên navbera herêmê û Bexda, helbet eve jî tiştek erêniyem raste berê pirsigirêk li gor destûra Îraqê dihatin çareserkirin lê hikûmeta Bexda pêgirî bi rêkevtinê nekir, lewre xuya bû ku di vê qûnaxê de danana vê komîtê giringe, ji bo vê yekê çendîn civîn tev serokê herêmê li gor çawaniya danana heykelê vê komîtê hatin li darxistin, ku ev komîtek hevahengîye lewre biya min eve karek pozetive û rêgirtine li wê gotina dibê tenê yek partê tev tişt xistine destê xwe û paş vê komîtê ew gotin namîne).

Azad Çalak jî perlemanterê bizava Goran e, damezrandina vê komîtê bi erênî wesif dike û biya wî danana vê komîtê dibe sedemek ku danûstandin pêtir ron û eşkera bin û perlemanê Kurdistanê jî dibe serekaniya biryarên Kurdistanî, di vê baride weha ji Gulan re xeber de û got:(biya me damezrandina vê komîtê çend xalan bi xwe ve digire, yekemîn ewe ku merciyet û serekanî dibe perlemanê Kurdistanê ji berku ev komîte bi bryara perlemanê Kurdistanê tê damezrandin, ya duyemin jî ewe ku ji vir û şûnde ew danûsitandinên tev Bexda tênkirin wê rûn û zelal bin û tev alî tê de beşdarbin, lewre eger ev civate pêkbê wê demê dikarin milev û erşîvekê dirustbikin û herwisa berpirsyarî jî di be berpirsyariyek tevgir çunkî pirs û gengeşa xuyakirina çarenivîsê miletekî gereke li ser tev aliyan were dabeşkirin, bi vî awayî hevdengî li ser pirsan dirust dibe).

Ya di vê pirsê de ciyê dilxweşiyê ye ewe ku tev perlemantar bi nêrînên xwe yên cude tekesdikin ku ev komîte bizaveke ji bo yekgirtina gotara Kurdistanî tev Bexda û gaveke ji bo ku hevdengiyek giştî li ser wan pirsên ku rehendên niştîmanîne, derbarî vî yekê Necîb Balêteyî perlemanterê yekgirtuya Îslamî di daxuyaniyekê de ji Gulan re bi vî awayî nêrîna xwe derbirî û got:( em tevî damezrandina vê destekê ne, ez dikarim bêjim ev birgekê piroja çaksaziya opozisyonê bû ku dixwast hemû ew babetên rehendên neteweyî û niştîmanî ne bi tewaşiq û hev dengiya tev aliyên siyasî bên biryardan, îro eve gavek baş bû lê me tekezkir ku em hemû aliyên Kurdistanî gereke li ser dîtineka ronak pêkwerin gelo me li ser astê Îraqê çi divê?, xala duyem jî me tekez li ser babetê yek helwîstî kir, bo nimûne gereke tev aliyên ku nûnerên xwe li Bexdayê hene nûnerên xwe di wê civatê jî de hebin û gereke li ser tev pirsan yekdengbin, eger eve jî bê kirin gela ma me çi dî divê?).

Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî
Top