• Thursday, 27 June 2024
logo

Çûn xezîneyê bibînin, termên wan vegeriyan

Çûn xezîneyê bibînin, termên wan vegeriyan

Li bajarê Bîlecîkê yê Tirkiyeyê termên du kesên ku çûbûn li xezîneyê bigerin di çalekê de hatin dîtin.

Bûyerê li gundê Zemzemiyeyê yê navçeya Sogutê rû da.

Tîmên AFADê li ser agahiyan ku hinek kes bi jehrê ketine çûne gund.

Tîman termên S.G. (36) û T.B. (38) di çalekê de dîtin.

Cenaze ji bo kar û barên otopsiyê rakirin nexweşxaneyê û li ser bûyerê lêpirsînê dest pê kir.

Li gorî agahiyan, wan çal dikola da ku “xezîneyê” bibînin.

 

Rudaw

Top