• Thursday, 27 June 2024
logo

EFRÎN - Çekdaran ciwanekî Kurd kuşt: Bavê 2 zarokan bû!

EFRÎN - Çekdaran ciwanekî Kurd kuşt: Bavê 2 zarokan bû!

Çekdarên mixalefeta Sûriyeyê bi çekan êrişî ciwanên Kurd kir û ciwanekî Kurd ji ber wê êrişê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, beriya bi 2 rojan dema 2 ciwanên Kurd ji kar vedigerin û diçin malên xwe çekdarên Koma Hemzatê ya girêdayî mixalefeta Sûriyeyê bi çekan êrişî wan dikin.

Her du ciwanên tên gulebarankirin bi giranî birîndar dibin.  

Li gorî çavkaniyaniyan, ciwanê bi navê Cemal Gulîn Bekir ê 26 salî ji ber giraniya birîna xwe îro li Nexweşxaneya Efrînê koça dawî kir

Xelkê Efrînê cenazeyê Cemal Gulîn bir goristana gundê Dar Girê yê Mabetayê û ew bi sloganên “Şehîd Namirin” û bi Alaya Kurdistanê veşart.

Ebdulrehman Gulîn Bekir li ser bûyera kuştina birayê xwe bû mêvanê bultena Rojavayê Kurdistanê ya ku Sureya Hesarî pêşkêş dike.

“Wan xwest bi zorê motor û pereyan ji birayên min bistînin”

Ebdulrehman Gulîn Bekir behsa kuştina birayê xwe kir û wiha got:

“Dema birayê min û cîranê me ku hevalê birayê min e ji kar derdikevin û diherin malê komek derdikeve pêşiya wan.

Pereyan û motorê birayê min jê dixwazin lê birayê min nade û ew û hevalên xwe direvin.

Ew diz in û xelkê dişelînin. Ew kom jî guleyan li wan direşînîn û birîndar dibin.

Birayê min îro wefat kir û rewşa hevalê birayê min ku cîranê me ye jî ne baş e.

Gule li pişta birayê min ketibû û hevalê wî jî ji lingên xwe birîndar bûbû.

“2 zarokên wî hene”

Ti pirsgirêka birayê min bi ti kesî re tunebû.

Ew beriya bi 3 salan ji Libnanê ji bo ku li dayîk û bavê min binêre vegeriyabû Efrînê.

Birayê min zewicî ye û 2 zarokên wî hene. Ez bi dayika xwe re axivîm, ji serê sibehê ve hemû digirîn rewşa wan ne baş e.”

Şahidê bûyerê hatiye revandin

Kesekî din ji gundê me ew jî şahidê bûyerê bûye.

Navê wî Bekir Ednan Bekir e, Koma çekdar hatiye ew jî biriye ji bo ku li ser bûyerê neaxive.

Aniha ti xeber ji wî şahidê bûyerê jî nîne.

“Em nikarin dozê jî vekin”

Kesên birayên min veşartiye merivên me apên min û gundiyên me ne.

Em Kurd hemû yên hevdû ne. Em nikarin dozê jî vekin, ti kes nizane bê ka kê ew kuştine.”


Li Efrînê ciwanekî Kurd hat kuştin

🎤Birayê wî behsa bûyerê dike: Wan xwest bi zorê motor û pereyan ji birayên min bistînin

🎤 Ez bi dayika xwe re axivîm, ji serê sibehê ve hemû digirîn rewşa wan ne baş e#Efrîn #Rojava #Kurd pic.twitter.com/3UR3r5ytfB

— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 21, 2024
“Ti kes nikare rê li ber wan komên çekdar bigire”

Serokê ENKSyê yê Efrînê Ehmed Hesen jî li ser bûyera kuştina Cemal Gulîn Bekir ji Rûdawê re axivî.

Ehmed Hesen bang li rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan kir ku çareseriyekê ji pirgirêka Efrînê re bibînin.

Ehmed Hesen amaje bi wê yekê jî kir ku rewşa mirovan bi berdewamî tê binpêkirin û ti hiqûq nîne û wiha got:

“Ne hikûmeta demkî ne jî aliyekî din, ti kes nikare rê li ber van koman bigire.

Bi tenê hikûmeta Tirkiyeyê dikare rê li ber wan bigire.

Em ji Serok Mesûd Barzanî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê dixwazin rola xwe bilîzîn bila dawî li binpêkirinên mafên mirovan were."


Serokê ENKSyê yê Efrînê Ehmed Hesen got, "Bi tenê Tirkiye dikare rê li ber wan komên li Efrînê bigire" pic.twitter.com/gO0mmfyOfH

— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 21, 2024
Efrîn sala 2018an hat dagirkirin

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.

Rêxistinên mafê mirovan ên xwecihî û navneteweyî ji sala 2018an ve gelek caran di raporên xwe de daye zanîn ku milîsên alîgirên Tirkiyeyê xelkê Efrînê direvînin û bi zorê dest datînin ser mal û milkên wan.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê beriya bi daxuyaniyekê ragihand ku rêxistinên Qeter û Kuwêtê tevî Tirkiyeyê demografiya Efrînê diguherin.

Rêveberiya Xweser bang li rêxistinên mirovî yên mafên mirovan û civaka navneteweyî kiribû da ku rê li ber wî karê neyasayî bigirin.

Li aliyê din, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê jî Tebaxa 2023yan ji ber binpêkirinên mafên mirovan ceza bi ser Lîwaya Silêman Şah û Firqeya Hemzeyê de sepandibû.

 

Rudaw

Top