• Wednesday, 03 July 2024
logo

‘Divabû li hemberî cezakirina Demîrtaş helwesta Parlamentoya Kurdistanê hebûya’

‘Divabû li hemberî cezakirina Demîrtaş helwesta Parlamentoya Kurdistanê hebûya’

Prof. Dr. Nayîf Bezwan helwesta Kurdan a li hemberî cezakirina Selahattîn Demirtaş rexne kir û eşkere kir ku diviyabû helwêsta Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê li hemberî cezakirina Demîrtaş hebûya.

Li gorî gotina akademîsyen Bezwan, Selahattîn Demîrtaş bi hiqûqa kolonyalîzmê tê darizandin û hiqûqeke cuda li hemberî Kurdan tê bicihanîn.

Raporterê Tirkiyeyê yê Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Stefan Schennach, 11-14ê Hezîranê li Enqere û Stenbolê çend hevdîtin pêk anîbûn.

Schennach bi Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş jî re civiyabû.

Stefan Schennach piştî hevdîtinan bang li berpirsên Tirkiyeyê kir ku pêwîst e biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) bi cih bikin û bi taybetî biryara derbarê berdana Demirtaş û Kavala bînin cih.

Pisporên pêwendiyên Navneteweyî akademîsyen Nayîf Bezwan bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê ku Hêvîdar Zana pêşkêş dike.

“Hiqûqa kolonyalîzmê heye”

Nayîf Bezwan li ser bernedan û cezakirina Demîrtaş axivî û got:

“Piştî cezayên Doza Kobaniyê hatin îlankirin Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan tiştekî gelekî balkêş got.

Erdogan got, ‘Eger cihê van cezayan di qanûnan tunebe jî di hiqûqê de heye.‘

Divê mirov bipirse ew çi hiqûq e?! Di yasa û qanûnan de nîne lê di hiqûqê de heye. Ew kîjan hiqûq e?

Bêgûman ev hiqûqa kolonyalîzmê ye. Hiqûqa dijmintiyê ye. Hiqûqeke cuda ji bo Kurdan te bicihanîn.”

Em dikarin bibêjin li Tirkiyeyê 2 dewlet hene. Dewletek ji bo Tirkan e û dewletek jî li hemberî Kurdan û kesên ne Tirk bin li hemberî wan e.

Hiqûqa ji bo Kurdan cuda ye û hiqûqa ji bo Tirkan cuda ye.

Eger hiqûqeke normal hebûya diviyabû Selahattîn Demîrtaş û hevalên xwe bihatana berdan.

Selahattîn Demîrtaş û hevalên xwe li dadgehê ji ser wan tawanên ku li ser wan hebûn hatin berdan. Tevî ku mahkemeyê ew tawan qebûl nekirin jî 42 sal ceza dan Selahattîn Demîrtaş ev zulmek e.

“Xebat tênkirin lê bandorê li siyaseta navneteweyî nakin”

Nayîf Bezwan helwêsta Yekîtiya Ewropayê (YE) û bi giştî siyaseta Kurdan a li hemberî cezakirina Selahattîn Demirtaş jî rexne kir û wiha got:

“Dewletên Ewropayê bi awayekî tûnd li ser meseleyê nasekinin. Raya giştî ya Kurdistanê û siyaseta Kurdistanê jî bi awayekî tûnd li ser meseleyê nasekinin.

Dema Kurd li ser meseleyê nesekinin em nikarin ji cihanê jî bixwazin ku ew li ser bisekinin. Çima cihan li ser nasekine. Li gorî min sedemek jî helwesta Kurdan e.

Divê bi awayekî zelal û hevgirtî bêxwestin ku Demîrtaş were berdan û hinek xebat bên meşandin.

Hinek însîyatîf tên damezirandin û xebat tên kirin, rewşebîrên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hin xebatan dikin hene lê ew xebat bandorê li siyaseta navneteweyî nakin.”

"Diviyabû helwesteke hevbeş a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê hebûya"

Akademîsyen Nayîf Bezwan amaje bi wê yekê kir ku diviyabû li ser mesleyê Herêma Kurdistanê û Parlamanetoya Kurdistanê daxuyaniyek belav bikira û wiha dewam kir:

“Diviyabû li hemberî wê bêhiqûqiyê helwesteke hevbeş a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê hebûya. Diviyabû daxuyaniyek wan a hevbeş hebûya.

DEM Partiyê jî dikarîbû li ser meseleyê aktîvtir bixebitiya. Em dikarin li ser hin tiştên din jî bifikirin.

Eger hilbijartin pêk werin Kurd biçin ser sindoqan şaredarên xwe parlamenterên xwe hilbijêrin û li cihên wan qeyûm bên danîn û mafên wan were binpêkirin divê berê xwe bidin tiştên din û tiştên din bifikirin.


Bi civakê re, bi awayekî meşrû û siyasî xebata xwe xurttir û geştir bînîn ziman.


Ji ber ku bi giştî li nava siyaseta Kurdistanê problem heye em wî dengî nabihîzin.

Dema ew deng ji nava siyaseta Kurdistanê dernekeve em dikarin welatên Ewropayê rexne bikin.

Beriya her kesî divê li nava civaka me ev nerazîbûn ev helwest hebe.”


22yemîn Dadegeha Cezayên Giran a Sîncanê ya Enqereyê 16 Gulanê di Doza Kobaniyê de bi hinceta 47 tawanên cuda 42 sal ceza li Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş birîbû.


Prof. Dr. Nayîf Bezwan: Tirkiye mafên Kurdan bin pê dike

🎤 Li Tirkiyeyê du dewlet hene. Yek ji bo Kurdan e û ya din ji bo Tirkan e

🎤 Tirkiye guh nadê biryarên navneteweyî pic.twitter.com/2NYiYOlq32

— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 21, 2024

 

Rudaw

Top