• Wednesday, 03 July 2024
logo

Netanyahu: Artêşa Israîlê ji Xezzeyê dernakeve heta em revandiyan ji bin destê Hemasê dernexin

Netanyahu: Artêşa Israîlê ji Xezzeyê dernakeve heta em revandiyan ji bin destê Hemasê dernexin

Serokwezîrê Israîlê radigehîne ku welatê wî ji Xezzeyê dernakeve, heta wê demê ku ew tevaya revandiyan zindî an jî mirî ji bin destê Hemasê derdixin.

Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu ragehand, “Piştî nehêlana Hemasê, çend erk û berpirsyarîtiyên din hene ku em bi cih bînin, lê niha bala me li ser nehêlana Hemasê ye.”

Netanyahu herwesa got, “Em û artêşa me berhev nînin ku ji Xezzeyê derbikevin, heta wê demê ku em tevaya revandiyan ji bin destê Hemasê derdixin, vêca çi zindî bin an jî mirî.”

Navbirî herwesa got, “Ev erkê me ye û em bi temamkirina erkê xwe pabend in, lê ez niha behs nakim û niha bala me tenê li ser nehêlana Hemasê ye.”

Çekdarên Bizava Hemasê li roja 07ê Cotmeha 2023ê êrîşeke berfireh kir ser Israîlê, ji bo dema çend rojan jî deverên Israîlê moşekbaran kirin û zêdetirî hezar û 400 kesan kuştin û zêdetirî 240 kesan jî hatin revandin, ku heta niha zêdetirî 130 kesan jî di agirbestan de hatine azadkirin.

 

K24

Top