• Wednesday, 03 July 2024
logo

Zêdetir ji 300 hezar torîst hatine Kurdistanê

Zêdetir ji 300 hezar torîst hatine Kurdistanê

Di nava 4 rojan de serdana cîhên torîstîkî yên Kurdistanê kirine.

Li gor zaniyariyên berdest, di nava 4 rojên tatîliya cejna Qurbanê de ji derveya welat, başûr û naverasta Îraqê zêdetir ji 300 hezar torîst serdana Kurdistanê kirine.

Para herî zêde ya torîstan serdana Dihukê û pişt re jî serdana Hewlêrê kirine.

Birêveberatiya geştûgozar ya herêma Kurdistanê jî dibêje her cure amadekariyek bo pêşwazî kirina torîstan hatiye kirin û îsal li gor salên derbasbûyî hijmara torîstan zêde bûye û plana hikûmetê jî ewe daku, di demên pêş de hijmara torîstan bigehîne zêdetir ji 1 miliyon torîstan.

Top