• Wednesday, 03 July 2024
logo

Ezîz Surmê: 36 Kurd di keştiya koçberan a binav bûbû de bûn

Ezîz Surmê: 36 Kurd di keştiya koçberan a binav bûbû de bûn

Rojnameger Şoreş Ezîz Surmê got, ji destpêka sala 2024an ve zêdetirî 800 koçberan li peravên Îtalyayê xeniqîne.

Rojnameger Şoreş Ezîz Surmê ji K24ê got, belema koçberan a ku binav bûye, hejmarek Kurd tê de bûn, li nêzîkî peravên Kalabriyayê bi agir bi motorê ket û bû sedema binavbûna wê.

Surmê got jî: beleme 70 kes tê de bûn, lê di rastîyê da ew nikare zêdetir ji 25 rêwiyan hilgire. Belemeyên ku ji bo veguhestina koçberan tên bikaranîn, pir kevn in û ti mercên selamtiyê tê de nîn in.

Surmê destnîşan kir jî, 26 jê zarok ,36 Kurd di belemeyê de bûn û da zanîn ku proseya lêgerîna li termên wan hîn jî dewam e.

Bal kişand ser wê yekê ku çend keştiyên geştyarî “li nêzîkî wê belemeyê derbas bûbûn, dema ku ew binav dibû” lê wan red kir ku alîkariyê pêşkêşî koçberan bikin.

Roja 17ê Hezîranê, medyaya Îtalyayê ragihandibû, bi dehan koçber di encama binavbûna du keştiyên koçberan de li Deryaya Sipî li peravên Îtalyayê xeniqîn.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalya Rêzan Hemesalih jî duhî ji 24ê ragihandibû, 4 koçberên Kurd canê xwe ji dest dane, termê sê ji wan hatine dîtin û 6 kesên din jî hatine rizgarkirin.

Hemesalih got jî: “Em di kêlîka yekê ya karesata wê belemê de li ser xetê bûn. Li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, hêsankarî ji bo vegerandina termên qurbaniyan û dîtina windabûyiyan tên kirin.”

Amaje bi wê jî kir, “Nayê zanîn ka çend kes li wê belemê swar bûbûn lê piraniya wan Erebên Sûriyeyê ne. Herwesa li destpêkê agir berbûye motorê wê belemê û ji ber wê yekê jî binav bûye, niha dadwerê Îtalyayê mijûlî vekolana wê dozê ye.”

 

K24

Top