• Wednesday, 03 July 2024
logo

4 endamên malbateke din ên Raperînê di belema noqî avê bûyî ya Îtalyayê de xeniqîn

4 endamên malbateke din ên Raperînê di belema noqî avê bûyî ya Îtalyayê de xeniqîn

Çar endamên malbateke din ên sînorê îdareya Raperînê di belema noqî avêbûyî ya Îtalyayê de çarenivîsa wan aşkera bû û xeniqîne.

Endamên malbata xeniqîne pêktên ji Hejar Mewlûd, pîşeya wî polîs bû û li Raperîn polîstî dikir û mala wan li Serkepkan bû, herwaha li gel hevjîna xwe ya bi navê Sazgar Husên û du kurên wî yên bi navên Mihemed û Merwan xeniqîne.

Polîsê Raperîn nûçe piştrast kir û amaje bi wê yekê kir ku deveyî wan çar kesane çarenivîsa ciwaneke din ê bi navê Herdî Karox jî aşkera bûye, ku xelkê gundê Mîkuk a nahyeya Serkepkan e û ew jî xeniqî ye.

Derveyî wan jî çarenivîsa malbateke din a li sînorê qeza Pişder a îdareya Raperîn aşkera bû û îro 19.06.2024ê kesûkar û merivên wan daxuyaniyek belav kir û ragehandin: Aram Ebdulrehman û Xunçe Mela Nebî ya hevjîna wî û zarokên wan ên bi navên Mensa Aram û Meylî Aram di bûyera belema noqî avê bûyî ya Îtalya de xeniqî ne û îro ji bo wan li Qeladizê taziye dê bê danîn.

 

Basnews

Top