• Wednesday, 03 July 2024
logo

Konseya Ewropayê bangî Tirkiyeyê kir: Demîrtaş û Kavala berdin

Konseya Ewropayê bangî Tirkiyeyê kir: Demîrtaş û Kavala berdin

 Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê ji Tirkiyeyê xwest ku hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û karsazê Tirk Osmana Kaval demildest berdin.

Raporterê Tirkiyeyê yê Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Stefan Schennach, 11-14ê Hezîranê li Enqere û Stenbolê çend hevdîtin pêk anîbûn.

Stefan Schennach di hevdîtinan de hişyarî dabû berpirsên Tirkiyeyê ku pêwîst e biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) bi cih bikin, bi taybetî biryara derbarê berdana Demirtaş û Kavala.

Stefan Schennach îro derbarê hedîtinên hefteya borî daxuyaniyek da.

Schennach çû serdana Demîrtaş û Kavala

Schennach ragihand ku wî kariye Kavala û Demîrtaş ku di girtîgehê de ne bibîne.

Schennach herwiha da zanîn ku wî bi Wezîrê Dadê û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê û endamên Dadgeha Destûra Bingehîn re hevdîtin kirine.

Raporterê Tirkiyeyê yê Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê di daxuyaniya xwe de biryara 42 sal cezayê girtîgehê yê li Demîrtaş hatiye birîn şermezar kir.

Schennach diyar kir ku wan wan ji berpirsên Tirkiyê re gotiye, “Li gorî Peymana Mafên Mirov a Ewropayê li ser Tirkiye ferz e ku biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê bicih bike.”

Schennach di heman demê de eşkere kir wan ji Tirkiyeyê xwestiye ku biryarên derbarê Demîrtaş û Kavala di zûtirîn dem de bicih bikin û wan berdin.

Bi gotina Schennach çareserkirina wê pirsê jî di destê daraza Tirkiyeyê de ye û divê çareseriyeke yasayî ji wan her du dozan re bê dîtin.

 

Rudaw

Top