• Wednesday, 03 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî fermana cîhbicîh kirina karûbarên pêwîst daye

Mesrûr Barzanî fermana cîhbicîh kirina karûbarên pêwîst daye

Vê hikûmeta herêma Kurdistanê bikeve nava tevgeran.

Piştî belav bûna têkçûna belema ku, têde hijmareke zêde Koçber hebûne û hinek ji wan jî Kurdin, li peravên Îtalyayê, fermangeha têkiliyên derya ya hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ferman bi aliyên peywendîdar kiriye daku, tevahiya karûbarên pêwîst yên bo geran, dîtin û vegerandina Koçberên Kurd bi taybetî ewin ku, di bûyerê de canê xwe ji dest dane, bilez cîhbicîh bikin û tişta ku, pêwîst be bilezgînî werin kirin.

Weke tê zanîn duhê li peyavên Îtalyayê belema ku, ji Budroma Tirkiyeyê çûbû Îtalyayê û têde hijmareke koçberên Kurd jî hebûne, têkçûbû û gelek kesan canê xwe ji dest dane.

Top