• Wednesday, 03 July 2024
logo

Welatiyên başûr û naverastên Îraqê daxwaz dikin deverên wan wekî Herêma Kurdistanê bên avedankirin

Welatiyên başûr û naverastên Îraqê daxwaz dikin deverên wan wekî Herêma Kurdistanê bên avedankirin

Welatiyên parêzgehên başûr û naverastên Îraqê Herêma Kurdistanê wekî mînakeke serkeftî dibînin û daxwaz dikin ku herêmên wesa ji wan re jî bên çêkirin, ji bo ku rengvedaneke erênî li ser tevaya Îraqê hebe.

Windabûna samanê giştî û nebûna xizmetkariyan gelek ji parêzgehên Sune û Şîeyan pal dane ku wekî Herêma Kurdistanê daxwaza çêkirina herêman bikin.

Sikirtêrê Giştî yê Bizava Kefayê Emîn Deracî di vî warî de amaje da, “Ev 21 sal in ku hikûmetên yek li dû yekê yên Îraqê nekariye av û karebê ji bo welatiyan dabîn bikin.”

Emîn Deracî herwesa got, “Hikûmetên yek li dû yekê yên Îraqê di birêvebirina welatî de şkestine, lewma em ji aliyê xizmetkariyan ve bi temamî keftine, bi awayekî ku welatiyên Îraqê bi dirêjahiya 21 salan û bi dehan budceyên zebelah heta niha kareb û ava vexwarinê nînin. Di demekê de ku ev sadetirîn pêdivîtiyên jiyanê ne, li şûna ku em behsa nexweşxane, dibistan, zanîngeh, cade û xizmetkariyên din bikin.”

Daxwaza herêmbnûa pareke parêzgehên Îraqê ji aliyê partiyên siyasî ve hejî pêşwaziyê nebû belkî berovajî. Her kesekê daxwaza herêmbûnê bike, bi niyetxirabiya bizava parvekirina Îraqê tê tometbarkirin.

Sikirtêrê Giştî yê Bizava Kefayê jî vê tometê wekî dijatîkirina destûrî binav dike û dibêje, “Herêma Kurdistanê mînaka serkeftina ezmûna herêmekê ye ku kariye bi baştirîn awa çavkaniyên xwe bi rê ve bibe.”

Sikirtêrê Giştî yê Bizava Kefayê tekez jî kir, “Herêma Kurdistanê baştirîn mînaka herêmbûnê ye, em dixwazin em jî wekî Herêma Kurdistanê bibin herêm. Ji bo ku mafên darayî û taybetmendiyên wê herêmê bandoreke baş li ser parêzgehan hebe û ezmûna Herêma Kurdistanê li deverên başûr û naverast reng vede; lê partî rêyê bi vê nadin. Ew ji xelkî re dibêjin ku dengê xwe bidin destûrî, lê gava mirov yek madeya destûrî bi cih bîne, ew dibêjin raweste, tu Îraqê parve dikî. Ez nizanim çima ew ji vê re dibêjin parvekirin ji ber ku me Herêma Kurdistanê heye ku ezmûneke temam serkeftî ye.”

Daxwaza herêmbûna pareke parêzgehên başûr û naverastên Îraqê di demekê de ye ku, pêştir jî çend bizav ji bo vê mijarê hatine kirin lê her  car bi behaneyekê rê lê hatiye girtin û her zû ew bizav hatine bidawîanîn.

 

K24

Top