• Wednesday, 26 June 2024
logo

Li Behra Spî 10 koçber mirin û bi dehan jî wenda ne

Li Behra Spî 10 koçber mirin û bi dehan jî wenda ne

Li başûrê Îtalyayê belemeke koçberan binav bû û herî kêm 50 kes wenda ne.

Herwiha di belemeke din de cenazeyê 10 koçberan hat dîtin.

Televîzyona Rainews24ê ya Îtalyayê ragihand ku 100 mîl li peravê herêma Kalabriyayê ya li başûrê wî welatî, belama koçberan binav bû.

Hat diyarkirin, keştiyeke 12 kes rizgar kirin û ew radestî ekîbên Ewlehiyê yên Qeraxên Îtalyayê kirin.

Li gorî agahiyên koçberên hatine rizgarkirin dane, herî kêm 50 kesên di belemê de wenda bûn.

Li herêmê ji bo kesên wenda, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin destpêkirin.

10 cenaze hatin dîtin

Ji aliyekî din ve, li Behra Spî jî li peravên Girava Lampedusayê di belemekê de cenazeyê 10 koçberan hatin dîtin.

Di belemê de 61 kes hebûn, ji van 51 bi destê kesên di keştiya saziya civaka sivîl de hatin rizgarkirin.

Herwiha hat gotin, dibe ku ev kes ji ber gaza egzozê di dema rêwîtiyê de bi jehrî ketibin û miribin.

 

Rudaw

Top