• Wednesday, 03 July 2024
logo

QAMIŞLO – Xelkê ji ber nebûna avê xwepêşandan kir

QAMIŞLO – Xelkê ji ber nebûna avê xwepêşandan kir

Welatiyên bajarê Qamişloyê bi daxwaza çareserkirina pirsgirêka avê xwepêşanda kir û rêya Amûdê ji çûn û hatinê re girt.

Li hinek taxên bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê  ev nêzîkî du hefteyan e pirsgirêka avê derketiye. 

Yek ji taxên ku pirsgirêka avê lê heye Taxa Hilêliyê ye.

Niştecihên wê taxê, bi daxwaza çareserkirina pirsgirêkê îro xwepêşandar kir.

Xwepêşanderan rê girt


Xwepêşanderan rêya sereke ya Qamişlo-Amûdê ji çûn û hatinê re girt.

Xwepêşanderan got ku çavkaniya ava Qamişloyê ji taxa wan e lê ew bê av in.

Xelkê Qamişloyê hawara xwe gihand Rûdawê û xwest ku Rûdaw dengê wan bigihîne Rêveberiya Xweser.

Li aliyê din medyaya Rêveberiya Xweser jî da zanîn ku Daîreya Avê ya bajar, ji bo çareserkirina pirsgirêkê kar dike û av daye hinek taxên bajêr.


Ava Qamişloyê ji kû derê tê?

Ava ji bo Qamişloyê pêwîst ji sê staysyonan tê peydakirin.

Di van salên dawiyê de nifûsa bajêr zêde bûye û êdî ava wan her sê stasyona têra bajêr nake.

Herwiha stasyona Hilêliyê ku stasyona herî mezin e û nêzî ji sedî 80 ava pêwîst jê tê niha xirab bûye.

Tîmên pêwendîdar ji bo çareseriyê kar dikin û lê hîn jî bi temamî pirsgirêk nehatiye çareserkirin.

 

 

Rudaw

Top