• Wednesday, 26 June 2024
logo

Tirkiyeyê îsal 833 caran Herêma Kurdistanê bombebaran kir

Tirkiyeyê îsal 833 caran Herêma Kurdistanê bombebaran kir

Rêxistina Amerîkî CPTyê ragihand ku Tirkiyeyê ji destpêka sala 2024an zêdeyî 800 carî êrişî Herêma Kurdistanê kiriye û 8 sivîlan jî ji ber wan êrişan canê xwe ji dest daye.

Endamê CPTyê Kameran Usman li ser êrişan ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku di bombebaranên Tirkiyeyê de 8 kesên sivîl canê xwe ji dest daye.

Li gorî CPTyê hejmaran bomberan û êrişên sala 2024an ên li herêm û bajarên Herêma Kurdistanê wiha ne:

- Dihok: 365 êriş û bombebaran hatine kirin

- Hewlêr: 356 êriş û bombebaran hatine kirin

- Silêmanî: 102 êriş û bombebaran hatine kirin

- Şingal û Nînowa: 10 êriş û bombebaran hatine kirin

 Kamêran Usman di berdewamiya axaftina xwe de behsa êrişên dawî yên Tirkiyeyê kir û got:

"Di maweyê 2 hefteyên borî de Artêşa Tirkiyeyê Çiyayê Metîna 27 caran bombebaran kir.

Geliyê Reşavayê yê Amêdiyê, Çiyayê Sawên û Qendîl, lûtkeya Kurreşel û Çiyayê Kêwerreşê yê Ranyeyê, Çiyayê Casûsanê yê Pişderê hatin bombebarankirin.

Li navçeya Pêncwenê jî gundê Kaniya Mîran, Komar û Nizarê hatin bombebarankirin. “ 

Sala 2023yan hezar û 548 caran êrişî hatibû kirin

Li gorî CPTyê ji sala 1990î ve ji ber bombebaranên Tirkiye û Îranê 850 sivîl li Herêma Kurdistanê yan mirine yan jî birîndar bûne.

Li gorî heman amaran, Tirkiyeyê sala 2023yan hezar û 548 caran êrişî axa Herêma Kurdistanê kiriye.

Kameran Usman amarên êrişan jî wiha eşkere kirin:

- Hezar û 159 êriş bi balafirên şer hatine kirin

- 228 êriş bi dronan hatine kirin

- 114 topbaran hatine kirin

- Sê caran gule li xelkê hatine reşandin

- Du êriş bi mayînan hatine kirin

Li hêla din amarên êrişan ên li gorî parêzgehan wiha ne:

- Hewlêr: 475 êriş

- Dihok: 517 êriş

- Silêmanî: 420 êriş

  • Nînowa: 36 êriş

Rudaw

Top