• Wednesday, 03 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Me li ser serpereştyarê Wezareta Derve ya Îranê civîneke bi berhem pêkanî

Mesrûr Barzanî: Me li ser serpereştyarê Wezareta Derve ya Îranê civîneke bi berhem pêkanî

 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel serpereştê Wezareta derve yê Îranê Elî Baqrî Kenî civiya û piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê ya hevbeş hat li darxistin.

Duh 14.06.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serpereştê Wezareta Derve yê Îranê Elî Baqirî Kenî civîyan û piştre jî civîneke çapemeniyê li darxistin. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel xêrhatina serpereştyarê Wezareta Derve ya Îranê û şandeya li gel kir ragehand: ‘’Me li gel serpereştê Wezareta Derve ya Îranê hevdîtineke baş pêkanî û me pêşxistina peywendiyên navbera herdu aliyan gotûbêj kir.’’

Herwaha got: ‘’Me behsa pirsgirêkên ewlehiyê yên li navçeyê kir û em hemnêrînbûn li ser wê yekê ku seqamgiriya navçeyê di berjewendiya me herdu aliyan de ye.’’

Serpereştê Wezareta Derve ya Îranê Elî Baqirî Kenî jî got: Ez keyfxweşbûm ji bo derfeta ku min karî serdana Herêma Kurdistanê bikim.

Herwaha got: ‘’Çarenivîsa me ya hevbeş li gel Herêma Kurdistanê heye û em kar li ser bihêzkirina peywendiyan dikin.’’

Herwaha ji ber pêşweziya germ a li Hewlêrê ji bo wî hatiye kirin, spasiya berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê kir.

 

Basnews

Top