• Tuesday, 18 June 2024
logo

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê dike

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (În, 14.06.2024) pêşwaziya Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê Elî Baqirî Kenî dike û biryar e piştî civînê daxuyaniyên rojnamevanî jî bidin.

Li dû bernameya wê serdanê, Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê li nêzî seet 09:00 ê sibeha îro digehe Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û hejmareke berpirsên din ên hikûmî ve tê pêşwazîkirin.

Biryar e ku Elî Baqirî her îro bi awayekî cuda bi Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî bicive. Tê çaverêkirin ku Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê û berpirsên mezin ên Herêma Kurdistanê danûstandinan li ser pêşxistina peywendiyên dualî di warên bazirganî, siyasî, civakî û ewlehî de bikin.

Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê Elî Baqirî Kenî duhî (Pêncşem, 13.06.2024) bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê û bi Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên re civiya. Heftiya borî jî navbirî serdana Libnanê û Sûriyeyê kir û bi karbidestên wan her du welatan re civiya.

Piştî wexera dawiyê ya Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdilahiyan bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re di rûdana keftina helîkoptera wan de, Elî baqirî serperiştiya wezareta derve ya welatê xwe dike. Piştî wergirtina wî postî, ev serdana wî ya yekê ye ji bo Herêma Kurdistanê.

 

K24

Top