• Wednesday, 03 July 2024
logo

NY amara awareyan li cîhanê belav kir

NY amara awareyan li cîhanê belav kir

Dibêje zêdetir ji 120 miliyon kes aware bûne.

Komîsyona taybet ya karûbarên aware û penaberan ya ser bi Netewên Yekgirtî raportek derbarê hijmara awareyan li cîhanê belav kiriye û têde diyar kiriye ku, li ser asta cîhanê hijmara wan kesên ku, bi zor hatine awarekirin 120 miliyon kes derbas kiriye.

Di raporta han de hatiye diyarkirin ku, di nava 12 salên derbasbûyî de hijmara wareyan li cîhanê rojbiroj zêdetir bûye.

Di berdewamiya raportê de hatiye diyarkirin ku, jiber şerê navxweyî ya li Sûriyeyê zêdetir ji 13 miliyon kes aware bûne ku, ev zêdetirîn hijmara awareyane.

Top