• Wednesday, 03 July 2024
logo

Serokê herêmê li gel Fermandarê hêzên hevpeymanan civiya

Serokê herêmê li gel Fermandarê hêzên    hevpeymanan civiya

Behsa rewşa ewlekarî ya deverê hate kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Fermandarê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê Jeneral Joel Vaughan kir.

Di civînê de giftûgo derbarê rewşa ewlekarî ya deverê û gef û metirsiyên DIŞI li ser asayîş û ewlekariya Îraq û Sûriyeyê hate kirin û tekez li ser girîngiya hevkarî û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge, artêşa Îraqê û hêzên hevpeymanan bo rûbirû bûna terorê hate kirin.

Di beşeke din ya civînê de ku, wezîrê pêşmerge jî têde beşdar bû, giftûgo derbarê prosesa reformên nava hêzên pêşmerge û serxistina vê prosesa han hate kirin û her du alî li ser girîngiya piştîvanî kirina vê prosesa han hemfikir bûn.

Top