• Wednesday, 03 July 2024
logo

Serokê herêmê pêşwaziya Konsulusê nû yê Tirkiyeyê kir

Serokê herêmê pêşwaziya Konsulusê nû yê Tirkiyeyê kir

Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê hate kirin.

Duh pêncşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Tirkiyeyê Ermen Topçu kir.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê rixmî pêşkêş kirina pîrozbayî jiber destbikar bûna wî weke Konsulusê welatê xwe yê li Hewlêrê hevdem hêviya serkeftinê bo Ermen Toçu xwest û piştîvaniya xwe jî bo diyar kir.

Ji aliyê xwe ve Konsulusê Tirkiyeyê jî dilxweşiya xwe li hember destbikar bûna xwe weke Konsulusê Tirkiyeyê li Hewlêrê diyar kir û ragihand ku, Tirkiye gelek girîngî dide têkiliyên xwe yên li gel herêma Kurdistanê, hêviya vê yekê jî xwest di dema pîwerdariya xwe de bikaribe xizmeteke zêdetir bo pêşde birina têkiliyan bike.

Rewşa herêma Kurdistanê, Îraq û deverê bi giştî mijarên din yên vê civînê bûn.

Top