• Wednesday, 03 July 2024
logo

Venezuela dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike

Venezuela dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike

Serokwezîr li gel balyozê Venezuelayê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Venezuelayê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Komara Venezuela yê li Îraqê birêz Arturo Anibal Ramirez kir.

Balyozê Venezuelayê silav û rêzên Serokkomarê Venezuelayê birêz Nicolas Maduro gehandine me û amadebûna welatê xwe jî bo bihêztir kirina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê diyar kir bi taybetî di warê bazirganî, enerjî, hêlbirîn, çandiniyê û torîzmê de.

Me jî xwesteka herêma Kurdistanê bo pêşde birina têkiliyên li gel Venezuelayê di warên curbicur de diyar kir.

 

Top