• Wednesday, 03 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Em girîngiyeke zêde bi kerta çandiniyê didin

Mesrûr Barzanî: Em girîngiyeke zêde bi kerta çandiniyê didin

Li Akrê kevra bingehîna ya bazara navendî ya fikiyan danî.

Îro bi merasîmeke fermî Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevra bingehîn ya bazara navendî ya fikiyan ( elwe) ya Akrê danî.

Di merasîmê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotareke kurt jî pêşkêş kir û ragihand ku, kêfxweşe ku, li seraserê Kurdistanê projeyên curbicur têne cîhbicîhkirin û xizmeta Kurdistaniyan bêyî cudatî dikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de behsa girîngiya kerta çandiniyê bo parastin û dabîn kirina asayîşa xwerakê kir û ragihand ku, kabîneya 9an gelek girîngî dide kerta çandiniyê lewre ji roja destpêkê ya dest bikar bûna vê kabîneyê ve heta niha çend projeyên girîng bo xizmet kirina Cotkaran û pêşde birina kerta çandiniyê hatine cîhbicîhkirin û hikûmeta berdewam dibe li ser xizmet kirin, pêşkêş kirina karasanî û hevkariyên curbicur bi Cotkaran daku, kerta çandiniyê were pêşxistin û berhemên çandiniyê yên Kurdistanê jî bo derve werin şandin.

Serokwezîr di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, rêjeya hêlbirîna berhemên navxweyî yên çandiniyê li Kurdistanê hêdî hêdî zêdetir bûye û ev yek jî cîhê dilxweşiyê ye bo tevahiya me û em jî berdewamin li ser hewlên xwe yên bo dîtina rêyên baş bo bi bazar kirina berhemên navxweyî yên Kurdistanê û henarde kirina wan bo bazarên derve.

 

Top