• Monday, 17 June 2024
logo

Pira derbenda Raniyeyê hate vekirin

Pira derbenda Raniyeyê hate vekirin

Dirêjahiya pirê zêdetir ji 400 metreye.

Îro li devera Raperînê bi merasîmeke fermî bi beşdariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî pira derbenda Raniye yaku, bi pira Raniye / Bêngird tê nasîn hate vekirin.

Di merasîma vekirinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotareke kurt pêşkêş kir û rixmî destxweşî kirin ji kompaniya cîhbicîhkar ragihand ku, ev projeya han yaku, projeyeke gelek girîng bo xizmet kirina vê deverê, di dema xwe de hatiye cîhbicîhkirin û bi cîhbicîh kirina vê projeya han jî vê rewşa deverê gelek were guhertin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ev yek anî ziman ku, rixmî kêşe û astengiyên darayî yên ku, ji aliyê Bexdayê ve bo herêmê têne çêkirin, lê hikûmeta herêma Kurdistanê li ser îmkan û derfetên xwe berdewame li ser xizmet kirina welatiyên Kurdistanê bêyî cudatî.

Mesrûr Barzanî balkêşande ser vê yekê ku, bi her awayî hewl didin ku, tevahiya cadeyên Kurdistanê bigehînin asta standarda cîhanî.

Ev pira han beriya çar salan ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve kevira vê ya bingehîn hatibû danîn. Dirêjahiya pirê 420 metre, 15 metre pan û 32 metre jî bilinde û 12 miliyar dînar bo ava kirina vê hatiye xerckirin.

Top