• Monday, 17 June 2024
logo

PDK: Divê gel hilbijartinan qebûl bike

PDK: Divê gel hilbijartinan qebûl bike

 Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê derbarê hilbijartinên Parlamanetoya Kurdistanêr ragihand ku divê gel hilbijartinan qebûl bike.

Komîteya Navendî ya PDKyê îro li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî û amadebûna endamên komîteyê û berpirsên şaxên partiyê civiya.

Komîteyê danûstandin li ser çend xalan kir û çend biryar li ser wan dan.

Mijarên hatin gotûbêjkirin

Di daxuyaniya piştî civînê de hat gotin ku pêwendiyên bi welatên cîran re, danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, rewşa navxwe, rola medyayê û karûbarên partiyê hatin gotûbêjkirin.

Komîteyê hewlên Serokatiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bihêzkirina pêwendiyên li gel Îraqê, welatên cîran û cîhanê bilind nirxand.

Pêwendiyên li gel welatên cîran

Komîteyê piştevaniya xwe ji bo wan hewlan nîşan da û ragihand ku berê pêwendiyên wan bi Îranê re sar bûn lê niha baş bûne.

Komîteyê herwiha diyar kir ku ew ew hêvî dikin pêwendiyên li gel Îranê vegerin asta asayî.

Komîteya Navendî ya PDKyê herwiha da zanîn ku têkiliyên wan yên bi Tirkiyeyê re bi hewldanên her du aliyan baştir bûne û got:

“Hatina Serokkomarê Tirkiyeyê ya Herêma Kurdistanê tevgereke erênî û baş li pêwendiyan kir.

Pêwendiyên me yên li gel Amerîka û Ewropayê di asteke baş de ne.”

Herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku divê rê neyê dayîn ti gef ji Herêma Kurdistanê li ser berjewendî û ewlehiya welatên cîran hebe.

Danûstanên Hewlêr û Bexdayê

Derbarê pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî Komîteya Navendiya PDKyê ragihand ku ew dixwazin bi rêya destûr û rêkeftinan, pirsgirêkan çareser bikin.

Komîteya Navendî ya PDKyê got, “Em daxwaz dikin pirsgirêk li gor destûr û rêkeftinan bên çareserkirin.

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê

Li ser mijara hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî komîteyê ragihand, ew li gel wê yekê bûn ku  hilbijartinan bên kirin da ku ti rêyên din neyên ceribandin.

Komîteyê got:

“Piştî rûdan û biryarên cuda cuda li ser hinek mijarên siyasî û îdarî û darayî û bicihneanîna destûrê û liberçavwernegirtina mafên pêkhatan me helwesta xwe ragihand.

Em dê helwesta xwe di berjewendiya gelê kurd de ragihînin û divê hilbijartin ji aliyê gel ve bên qebûlkirin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin ku PDKyê deriyê danûstandinan ji hemû aliyan re vekiriye û niha û paşerojê jî siyaseta wê dê her ew be.

Komîteyê herwiha got ku pêwîst e medya rola xwe ya neteweyî û niştimanî bilîze.

 

Rudaw

Top