• Monday, 17 June 2024
logo

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana xebatên kolandin û nûjenkirina Keleha Hewlêrê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana xebatên kolandin û nûjenkirina Keleha Hewlêrê kir

Êvara îro yêkşemê Serokwezîrê Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî serdana keleha Hewlêrê kir û di nêzîk ve karên pişkinîn û kolandin û nûjenkirina keleha Hewlêrê şopand.

Serokê Hikûmetê tekez kir ku keleha Hewlêrê, yek ji şûnewarê me ya dîrokî ye ku hezar sale jiyan tê deberdewame û beşeke girîng ji nasnameya nîştîmaniya me û şûnewar û kevneşopiyeke cîhaniye jî, ji ber wê Hikûmeta Herêma Kurdistan bi hevkariya rêxistina UNESCO û tîmên navnetewî, wê berdewam be di girîngî dan û nûjenkirin û keleha Hewlêrê ku heta niha paşmayeyekî pir kevin û dîrokî têde hatiye dîtin, ku ya serdem û şaristaniyên kevin û cunane.

 

Basnews

Top