• Monday, 17 June 2024
logo

Çalakiya 1000emîn a Dayîkên Şemiyê: ‘Ka zarokên me, ka gor û hestiyên wan’

Çalakiya 1000emîn a Dayîkên Şemiyê: ‘Ka zarokên me, ka gor û hestiyên wan’

Dayîkên Şemiyê û malbatên ku kesûkarên wan ji hêla dewletê ve hatine wendakirin di hefteyê 1000emîn de careke din li Galatasarayê rûniştin.

Çalakiya ku bi beşdariyeke qerebelix bi rê ve çû bêyî ku rêgiriyek çêbe hat lidarxistin.

Beriya çalakiyê ji hêla walîtiya Stenbol  û Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve destûr hate dayîn û çembera polîsan hat rakirin.

Hevserokên Dem Partiyê û parlementerên wan û hejmarek parlementerên CHPyê jî li çalakiyê amade bûn.

Di hefteyê 1000emîn de careke din daxwaz ji bo aqûbeta wendayan hate kirin.

Dayîkeke Sirîlankayî jî nameyek ji Dayîkên Şemiyê re şand.

Ew dayîk dibêje ku wê xwestiye îro beşdarî çalakiya Dayîkên Şemiyê bibe lê ji bo wê vîze nehatiye dayîn.

Îshak Tepe û Zubeyde Tepe 31 sal in li şopa hestiyên kurê xwe digerin

Îshak Tepe û Zubeyde Tepe yê kal û pîr in ku ew 31 sal in li dixwazin kujerên kurê wan derbikeve ber edaletê.

Wekî her rojên şemiyê îro dîsa sibe ketine rê û xwe gîhandine Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê da ku herin li Meydana Galatasarayê rûnin û bêjin, “Ka kurê me, ka gor û hestiyên kurê me.”

Ferhat Tepe di sala 1993yan de ji malê hatibû revandin û piştî şkenceyeke dûr û dirêj hatibû kuştin.

Lê ji wê rojê ve ye ne hestiyên wî diyar in û ne jî kes bi aqûbeta wî dizanin.

“Êşa me êşeke giran e”

Dayîka Ferhat Tepe Zubeyde Tepeyê ji Rûdawê re got:

“Êşa me êşeke giran e. Malûm e kesên ku zarokên wan winda dibin, dayîk êşeke mezin dikêşin.

30 sal e em têdikoşin. Ew 30 salên hanê em li kolanan in.

Me tu tiştekî bi dest nexist. Em qatilin zarokên xwe dixwazin. Em dibêjin bila derkevin ber edaletê.”

Bavê Ferhat Tepe Îshak Tepe jî got:

Hezar hefte ye em çalakiyê dikin û dibêjin bila qatilin zarên me bêne girtin û darizandin.

Çi ceza heq kirine bila bixwin. Lê yên ku vî welatî îdare dikin vê yekê nakin, her wekî ku bixwe kuştibin vedişêrin û kar nakin.”

Dayîkên Şemiyê cara ewil 27ê Gulana 1995an çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin da kesûkarên wan ên ku ji hêla dewletê ve hatine wendakirin bêne dîtin.

Ew 29 sal in her rojên şemiyê bi heman mebestê têne vê meydanê û sûretên wendayên xwe hildidin.

Çalakiya herî demdirêj e li cîhanê

Ew çalakî ku çalakiya herî demdirêj e li Tirkiye û yek ji çalakiyên herî dirêj e li ser asta cîhanê îro hefteyê xwe yê hezarî temam dike.

 Malbat, hinek hunermend, siyasetmedar û qerebelixeke zêde li meydanê daxwaza edaletê kir.

“Êşeke gelekî giran di bingeha vê çalakiyê de heye”

Hevseroka ÎHDyê Eren Keskînê jî got:

Çalakiya Dayîkên Şemiyê çalakiya herî meşrû ya vî welatî û ya bê îtaatkirin e. 

çalakiyeke sivîl e, êşeke gelekî giran di bingeha vê çalakiyê de heye û xelk ji zarok û xizmên xwe yên ku hatine wendakirin digerin.

Beriya çalakiyê destûr hate dan û çembera polîsan ya ku li cihê dayîkan hebû hate rakirin.

Her du Hevserokên DEM Partiyê, parlementerên wan û hinek parlementerên CHP jî amade bûn.

Dayîkan careke din bangî desthilatê kir da arşîv vebin, tawanbar bêne darizandin û aqûbeta kesûkarên wan diyar bibe.

Hevseroka berê ya HDPyê û hevjîna Savaş Buldan Pervîn Buldanê jî got:

“Ev meydan, berdêla wê çi dibe bila bibe ewê ji ‘meydana dadweriyê’ dernekeve.

Heta ku gorên me çêbûne, heta ku wendahiyên me hatine dîtin, heta ku faîl hatine cezakirin ev meydan dê berdewam bibe meydana me ya lêgera edaletê.”

Dayîkên ku havîn û zivistan, baran û serma jî nedibû rêgir ji bo wan, li wê meydanê bi sedan car rastî êrişa polîsan jî hatibûn.

Gelek caran çalakiya wan hate qedexekirin û bi dehan car ew hatin binçavkirin.

Lê ew dibêjin heta ku aqûbeta kesûkarên wan diyar nebe, deh hezar hefte jî herin ew dê berdewam li vir rûnin.

Di çalakiya îro de peyama dayîkeke ku kurê wê li Sirîlanka hatiye wendakirin jî hate xwendin.

Ew dayîk di peyama xwe de dibêje wê xwestiye beşdarî vê çalakiyê bibe lê vîze nehatiye dayîn.

Çalakiya dayîkan bi kerb û keser bi dawî hat.

 

Rudaw

Top