• Saturday, 29 June 2024
logo

Brîtanya têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir dike

Brîtanya têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir dike

Serokwezîr li gel Konsulusê nû yê Brîtanyayê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Brîtanyayê li herêma Kurdistanê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Konsulusê nû yê giştî yê Brîtanyayê yê li herêma Kurdistanê birêz Andrew Beasley kir.

Me pîrozbayî li Konsulusê giştî yê Brîtanyayê kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest û tevahiya piştîvaniya hikûmeta Kurdistanê jî bo Konsulusê nû yê Brîtanyayê bo pêşde birina têkiliyên navbera Brîtanya û herêma Kurdistanê diyar kir.

Konsulusê nû yê giştî jî xwesteka welatê xwe ya bo bihêztir kirina têkiliyên pir alî li gel herêma Kurdistanê anî ziman.

Di berdewamiya civînê de me nêrînên xwe yên derbarê girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî anîn ziman.

 

Top