• Saturday, 29 June 2024
logo

Ajansa Anadolu: Berpirsekî payebilind ê PKK/YPGê li Qamişlo ji aliyê MÎTê ve hat kuştin

Ajansa Anadolu: Berpirsekî payebilind ê PKK/YPGê li Qamişlo ji aliyê MÎTê ve hat kuştin

Hat ragehandin berpirsê PKK7YPGê yê Cizîrê Elî Dînçer, ku di nav rêxistinê de wek Orhan Bingol tê naskirin li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi operasyoneke noqteyî ya Saziya Îstixbarat Mîlî ya Tirkiyê (MÎT)ê ve hatiye bê bandor kirin.

Zimanê fermî yê Hikûmet û Dewleta Tirkiyê, saziya Ajansa Anadolu ragehand; li gor agahiyên çavkaniyê ewlehiyê hatine bidestxistin, MÎTê berpirsê PKKê yê ji aliyê Interpolê ve jî lêgerîna wî heyî di operasyoneke derveyî sînorî de bê bandor kir.

Hat ragehandin Endamê Konseya PKK û Endamê Konseya Leşkerî ya Hêzên Parastina Gel (HPG)ê û berpirsê herêma Cizîr a Rojavayê Kurdistanê yê PKK/YPGê Elî Dînçer ku wek Orhan Bingol tê naskirin di operasyoneke noqteyî ya MÎTê de li Qamişlo jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragehandin Elî Dinçer sala 1991ê beşdarî PKKê bûye û di gelek çalakiyên li dijî artêşa Tirkiyê de xwedî berpirs bûye û wî bixwe di wan çalakiyan de cîh girtiye.

Derbarê vê nûçeyê de heta naha ji aliyê PKKê ve ti daxuyaniyeke piştrastkirin an jî red kirina vê nûçeyê nehatiye belav kirin.

 

Basnews

Top