• Monday, 29 April 2024
logo

Sibe Konsulxaneya Giştî ya Holandayê li Hewlêrê tê vekirin

Gulan Media April 16, 2024 Nûçe
Sibe Konsulxaneya Giştî ya Holandayê li Hewlêrê tê vekirin

 Sibe Konsulxaneya Giştî ya Holandayê li Hewlêrê û Balyozxaneya wê li Tehranê tên vekirin”.

Hikûmeta Holandayê îro (Duşem, 15ê Nîsana 2024ê) li ser malpera xwe ya fermî berlav kiriye, “Piştî daxistina wê bi awayekî demkî, sibe (Sêşem, 16ê Nîsana 2024ê) Konsulxaneya Giştî ya Holandayê li Hewlêrê û balyozxaneya wê li Tehranê tên vekirin”.

Pêştir jî Wezareta Derve ya Holandayê li ser malpera xwe belav kiribû, “Ji ber girjî û gefên Îran û Israîlê li ser hev, Holandayê biryar da bi awayekî demkî balyozxaneya xwe li Tehranê û konsulxaneya xwe ya giştî li Hewlêrê dabixe”.

Wezareta Derve ya Holandayê ji ber gefên Îranê li ser Israîlê rewşa Îraqê li ser nexşeyê diyar kiribû, rewşa Herêma Kurdistanê bi rengê piteqalî û ya tevaya deverên Îraqê jî bi rengê sor diyar kiribûn.

 

K24

Top