• Thursday, 16 May 2024
logo

Dirûtin li çend gundên Kurdan ên din jî hat qedexekirin

Gulan Media April 29, 2024 Nûçe
Dirûtin li çend gundên Kurdan ên din jî hat qedexekirin

Piştî qedexekirina dirûtina genim û cehan ji bo cotyarên sinorê nahyeya Sergeranê ya girêdayî parêzgeha Kerkûkê ji aliyê artêşa Îraqê ve, îro dirûtin li çend gundên Kurdan ên din jî hat qedexekirin.

Piştî Pelkane û Sergeranê, îro (Duşem, 29.04.2024) dirûtin li sinorê gundên Saleyî yên girêdayî Komelgeha Pirdê jî bi biryara artêşa Îraqê hat rawestandin û tevaya cotyarên wê deverê jî hatin haydarkirin ku nabe berhemên xwe bidirûn.

Her li ser wê mijarê, du cotyarên Kurd jî di dema dirûtina cehî de li gundê Gelozê ji aliyê artêşa Îraqê ve hatin girtin.

Cotyarekî sinorê Sergeran û Pelakneyê ji K24ê re got, “Ji duhî ve artêşa Îraqê rê li deraseyên me girtiye, me pereyekî zêde xerc kiriye ji bo ku niha berhem û xêr û bêrên wê bidirûn”.

Nûnerê Cotyarên Sinorê Nahyeya Sergeranê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re ragehand, “Ez duhî bi Dr. Şaxewan Ebdila re axivîme, ew li ser xetê ye lê arêşeya me siyasî ye”.

Nûnerê Cotyarên Sinorê Nahyeya Sergeranê herwesa got, “Sinorê me keftiye aliyê firqeyên 14 û 8ê ku firqeya 14ê çi arêşe nînin û desttêwerdanê nake, tenê firqeya 8ê desttêwerdanê dike. Eger em bizanin ew arêşe nayê çarekirina, me rêçareyên din hene”.

Mihemed Îsmaîl amaje jî da, “Eger ev arêşe neyê çarekirin, em dê xelkî bicivînin û me belgeyên qanûnî hene. Em wan piştrast dikin eger berheman û me jî pê re bisojin, em zeviyên xwe bernadin”.

Cotyarekî din jî got, “Ew qedexekirin tenê ji bo wan pênc gundan nîne belkî ew tevaya piroseya erebîkirinê ye ku niha Kerkûk vegirtiye, li derveyê Kerkûkê wekî Topzawa, Tirkeşkan, Daqoq, Dobz, Sergeran û Geloz û li navxweya Kerkûkê jî dixwazin Erefe û Newrozê dagir bikin û hemî taxên Kurdan wekî zêdegavî tomar bikin ji bo ku careke din Kurdan aware bikin.

Li sinorê parêzgeha Kerkûkê, arêşe li ser milyonek û 100 hezar donemên erdî heye. Bi hilweşandina wan peymanan, sêka arêşeyan dê bên çarekirin. Biryara hejmar 29 a sala 1975ê ya girêdayî hilweşandina biryarên Lijneya Karûbarên Bakurî jî, Civata Wezîrên Îraqê li sala 2012ê biryar li ser daye û ji bo wezaretên peywendîdar giştandiye ku, pêdivî bi rêya Wezareta Dad a Îraqê givaştin li ser dadgehan û Fermangeha Tapoyê ya Kerkûkê bê kirin, ji bo vegerandina 900 hezar donemên din ên erdê cotyarên Kurd û Tirkmen.

 

K24

Top