• Thursday, 16 May 2024
logo

Dana Gas dilgermiya xwe bo destpêkirina berhemanîna gazê li Zeviya Kormorê radigehîne

Gulan Media April 29, 2024 Nûçe
Dana Gas dilgermiya xwe bo destpêkirina berhemanîna gazê li Zeviya Kormorê radigehîne

Kompaniya Dana Gasê di ragehandinekê de tekezê li ser karkirina li nav Zeviya Kormorê ya Gazê dike û xelkê Herêma Kurdistanê û Îraqê û hemî aliyên peywendîdar piştrast dike ku ji bo destpêkirina piroseya berhemanîna gazê li nav wê zeviyê dilgerm e.

Kompaniya Dana Gasê îro (Duşem, 29.04.2024) di ragehandinekê de eşkere kiriye, “Di êrîşa li ser Zeviya Kormorê ya Gazê de ku seet 06:45 yê 26ê vê mehê hat kirin, yek ji embarên sotemeniya şil hat hingaftin ku girêdayî kompaniya Pearl Petroliumê li Herêma Kurdistanê ye û çar karmend hatin kuştin û heşt karmend jî bi awayên cuda cuda birîndar bûn”.

Dana Gasê amaje jî daye, “Tevî ku wê êrîşê zirareke wesa mezin negehandiye wê dezgehê jî, lê ji bo piştrastbûna ji silametiya karmend û hevkarên xwe bi awayekî demkî karên berhemanînê rawestandine û çend rêkarên parastinê jî bi cih anîne”.

Kompaniya navbirî herwesa ragehandiye ku bi hevparên xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevahengiyeke tevav heye, ji bo ku li ser astê bilind bikare tawanbarên wê êrîşê rûbirûyî dadgehê bike.

Wê kompaniyê amaje jî daye, “Em ji bo rêkxistina rêkarên ewlehî û bergiriyê pêxemetî destpêkirina piroseya berhemanîna gazê li nav Zeviya Kormorê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re kar dikin”.

Dana Gasê serexweşî jî li binemalên qurbaniyan kiriye û ragehandiye ku, dê hemî pêngav û rêkarên pêdivî ji bo çarekirin û kêmkirina azara birîndarên wê karesatê bi cih bîne. Herwesa ragehandiye ku parastina saxlemî û silametiya hemî karmendên wê û belênderan erkê wê yê pêşiyê ye.

 

K24

Top