• Monday, 29 April 2024
logo

Sûriye.. Sektora enerjiyê di 10 salan de 93 milyar dolar zirar dîtiye

Gulan Media April 15, 2024 Nûçe
Sûriye.. Sektora enerjiyê di 10 salan de 93 milyar dolar zirar dîtiye

Li gorî raporeke hikûmeta Sûriyeyê, sektora enerjiyê ya Sûriyê ji sala 2011 heta 2020an, 93 milyar dolar zirar dîtiye. Niha tenê çend bîr û kêlgehên petrolê di destê hikûmetê de mane û berhemanîna wan ya rojane tenê 18 hezar bermîl e.

Sûriye yek ji wan welatên ku beşdariya wan a enerjiyê kêm e li ser asta cîhanê de, lê tevî wê yekê jî petrol jêdereke aborî ya giring a desthelatê bû beriya kirîzê, piştî kirîzê jî bûye meydaneke nakokiyan.

Beriya 2011an û beriya ku xwepêşandanên lidijî rêjîmê dest pê bikin, Wezîrê Petrolê yê Sûriyê yê wê demê Sifyan El-Elaw got, berhemanîna Sûriyeyê di sala 2010an de nêzîkî 141 milyon bermîl petrol bû, bi rêjeya 386 hezar bermîl rojane.

Kêlgeha Siwêdiyê li parêzgeha Hesekê mezintirîn kêlgehên petrolê li Sûriyeyê ye, berhemanîna wê beriya 2011an, 116 hezar bermîl rojane bû. Piştre kêlgeha Rimêlanê, rojane 90 hezar bermîl berhemên wê bû.

Di asta sêyem de, kêlgeha Omer li Dêrazorê ku berhemanîna wê beriya kirîzê 80 hezar bermîl bû. Piştre jî kêlgeha Teym û Werd ku berhemên herduyan 100 hezar bermîl rojane bû.

Ji sala 2012an ve, bîr û kêlgehên petrolê yek li dû yekê ji destê hikûmeta Sûriyeyê derketin û di destpêka 2014an de, Wezîrê Petrolê yê wê demê Silêman Ebas aşkere kir berhemanîna petrolê daketiye %4.

Li gorî raporteke hikûmeta Sûriyê, ziyanên kerta enerjiyê ji adara 2011 û heya dawiya 2020an, 93 milyar dolar e.

Niha piştî 13 salên şer, piraniya kêlgehên petrolê di destê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) de ne ku tê pêşbînîkirin berhemanîna wan yê rojane 28 hezar bermîl bin.

Kêlgehên din jî di destê hikûmetê de ne û berhmanîna wan a rojane jî, tenê 18 hezar bermîl in.

Hilberîna petrolê li kêlgehên di bin kontrola HSDê de bi sînordar tê dîtin, ku tevî mezinbûna yedeka van kêlgehan, lê ji ber nebûna şiyana parastina jêrxana zeviyan bandor dibe û car caran jî ew kêlgeh ji aliyê Tirkiyê ve tên armanckirin.

 

 

Top