• Friday, 03 May 2024
logo

Esed Çavlêkirina Mîlosovîç Dike.. Civata Ewlehiyê Nikarî Biryarekê Derxe

Esed Çavlêkirina Mîlosovîç Dike.. Civata Ewlehiyê Nikarî Biryarekê Derxe
Ehmed Dawod Oglo wezîrê derve ê Turkiyê di waneyekê de li şîretgeha xwendinîn stratîjî ya navdewletî li Waşîntonê, amajekir ku wan dixwest Beşar Esed serokê Sûriyê wek Gorbaçov bi aştî posta xwe berde, belê wesa diyare ku dixwaze çavlêkirina Silobodan Mîlosovîç serokê berê ê Sirbiya bike, ev axaftina Ogilo ku ji aliyekî amajeye bo ew dawiya tirajîdiyayî ya ku ji rejîma Esed re tê çaverêkirin, di heman dem de ji aliyekî din amajeye bo ew karesata ku niha rûbrûyî gelê Sûriyê bûye û mezendeya wê çendê tê kirin ku rejîma Esed çi tişta neparêze û komkojiya gelê xwe bike, ev rewşe ji du aliyan ve tê mezinde kirin ku rejîma Esed tiştekî neparêze:

1-Rejîma Esed, Rejîma Parta Beis, bingeha vê rejîmê li ser bingeha kontrolkirina ewlehî û sîxoriyê hatiye avakirin û herwiha beşeke zor a serkirdeyên leşkerî jî çarenivîsa wan bi vê rejîmê ve girêdayî ye, lewra renge li nav leşkeran hinek veqetandin rûbide, belê li nav du dezgehên din ku ewlehî û sîxorî ne wek rejîma Beisa Iraqê ev du destgeh bi rejîmê ve girêdayî ne û pir bi zehmete jê cuda bibin.

2-Taybetmendiyeke din a rejîma Esed û rejîma berê a Beisa Iraqê ew e ku ew du rejîm Neteweyî tundrewin, di vê xalê de bi Silobodan Mîlosovîç hevdu digirin, ji ber ku ew jî ji ber tundrewiya neteweyî deng biribûn û bibû serokê sirbiya, belê Rûsiya pir bi hişkî pişta Mîlosovîç girt, herwek şawa ku niha pişta rejîma Sûriyî digre, lewra ew piştgiriya Rûsiya û Çîn ji Mîlosovîç re ne tenê bo egerê ku komkujî li kosovo rûbide, belku destdirêjiya hetikkirî bo ser afretên Kosovo, li vir jî li gor vê dîtinê ku Esed vîtoya Rûsiya û Çînê dît, hêdî tu tişt nema jê fedîbike, wekî ku Şah Ebdulahê Seûdî jî amaje pêkirî (Em di rojeweriyek metirsîdar de ne, mixabin ew a li Netewyên Hevgirtî rûdayî ne karekê baş bû, me şanazî bi Neteweyên Hevgirtî dikir ku me li hev kom bike ne me ji hev cuda bike), wate heger Şah Ebdulah bi wî astî ji Neteweyên Hevgirtî ne omêd bibe, gereke ji bo ragirtina vê tundûtîjiyê û xwîn rêtina ku li Sûriya heyî û daku sinûrek ji rejîma Sûriyê re were danîn gereke hizir di rêçareyek din de were kirin, bêgoman hizirkirin di rêçareyek din de ne karekê bi sanahî ye, belê ne mehale jî, ji ber ku berê jî Netewyên Hevgirtî di çendîn pirsên din de nekariye helwîstek pêwîst wergire, her bo nimûne wek di oparasyona azadkirina Iraqê de nekarî biryarê bide û paşê hevpeymaniyek pêkhat bi navûnîşana (hevpeymaniya arezûmendan) ev wate hevpeymaniya di navbera ew welatên ku mana rejîma Sedam Husên bi metirsî bo ser aştî û asayişa cîhanê dizanîn, lewra niha jî gereke hewlek were pêş bi kêmasî bi navê welatên ku xwe bi dostê Sûriya dizanin û ji derveyî civata ewlehiyê biryarêbidin, belê hokara serekî bo rêxweşkirinê ji vê biryarê re, cîranên Sûriyê ne, lewra pirsyar di vê rewşê de gomanê dirust dike, erê cîranên Sûriyê bi taybet Iraq û Turkiya wê şi helwêst hebe?

Bêdengiya Cîhanê Li Hember Tunûtîjiya Sûriyê

Tundûtîjî û ne pakiya rejîma Esed çi nemaye bigehe astê komkuhiyê, ew destê esinî yê ku rûberûyî gelê xwe dibe çend bi hêz be nikare baweriya xelkê binbir bike, belê a nexwaş ew e ku cîhan hest bi vê komkujiyê dike û civaka nêvdewletî nikare sinûrekê bo vê komkujiyê dîne, sebaret bi pêşveçûna tundûtîjiyê li Sûriya me pirsyar ji Dr. Henadî Elseman mamostayê entropolojî li zanîngeha Îndiya kir û di vê derbarê de bi vî rengî boçûna xwe ji Gulan re derbirî û got: (ji ber ku çi hêzek tuneye li pêşê raweste, di vê rewşê de rejîma Esed çi mebestek hebe wê bike, ev jî ji ber helwîsta Rûsiya û Çînê ku mafê vîtoyê bikaranîn, wisa jî civaka navdewletî jî şikest û nekarî bi erk û rolê xwe li hember gelê Sûriya rabe, lewra niha bi boçûna min take rêk danûstandine di bara çareseriyek aştiyane û derketinek aştiyane, ji ber ku gereke em vê çendê li berçav bigirin ku rojane bi hezaran kes dimirin û birîndar dibin û birastî ev rewşe pêwîstî bi çareseriyê heye, ji ber ku mixabin ez ne di wê baweriyê de me ku her aliyek di rewşekê debe ku bikare destêwerdana serbazî bike, hemû welat mijûlî encamdana helbijartna ne û mijolî girifta abûrî û siyasiyê xwe ne, ji ber wê çi aliyek naxwaze destêwerdana serbazî bike, herweha nabe em vê yekê ji bîr bikin ku neft li Sûriyê tuneye, lewra rewş ji ya Lîbiya cudaye, lewa xelkê Sûriya bi rijdbûn û qurbanîdana bi xwîna xwe qerebûya nebûna neftê dike bi hêviya ku bikarin xewna xwe ya bidest xistina demokrasiyê bikin rastî).


Ew a xatûn Hanadî amajepêkirî cureke ji reşbînîyê pêve diyare, lewra her di vê çarçovê de me pirsyar ji akadîmî û sîyasetmedar xatûn Neiomî çazan kir wê jî di bersiva xwe sebaret bi rewşa niha a Sûriyê bi vî rengî ji Gulan re got: (rewşa Sûriyê bi vî rengîye ku roj bi roj binpêkirina mafê mirovan zêdetir dibe û şer berev nav bajaran ve diçe, ez ne di wê baweriyê de me ku rejîma Esed çi rewahiyek mabe, lwra di vê qûnaxê de gere ev çende were zanîn ku rekîma Esed rejîmek serbazî ye, heger em bi rengekê dorhêlî temaşebikin ev rejîm rejîmek serbaziye lewra gereke hêzên demokrat li hev bicivin û li pêgorekê bigerin, pêgor jî gereke roxandina vê rejêmêm be û ez weha dibînim ku gereke pirtir rijdiyê li êxistina vê rejîmê bikin û pêguhork jî ne beşek be ji ev rejîma niha, mebest jî ji pêguhorkê demokratî û azadî û dadweriye. Bi rûdana vê yekê jî hemû girop di biyav û mercên nû de mafên xwe bi dest dixin).

Egerên Paş Neteweyên Hevgirtî

Niha çi nemaye ku cîhan ji Neteweyên hevgirtî bê hêvî dibe bi taybet piştî ku Rûsiya û Çînî vîto bikaranîn, sebaret bi vê bê hêvîbûnê me pirsyar ji Odey Somer çavdêr û şirovekarê sîyasî kir û bi vî rengî boçûna xwe ji Gulan re derbirî û got: ( xemlandin sebaret bi roxana rejîma Esed ne bi sanahiye, helbet Mîsr û Sûriya ji hev cuda ne û cudahiyek mezin di navbera wan de heye û ji welatên din jî cudane, lewra xemlandin di vê derbarê de bi zehmete û em nikarin li ser bingeha ezmûnên din pêşbînîyê bikin, xemlandin di vê bareyê de pir bi zehmete ji ber ku pir kesan weha didî ku gereke heta niha rejîma Esed ketiba, belê ev em ji salekê nêzîk dibin û hîn rejîma Esed maye, heta niha bi hezaran welatî hatine kuştin, lewra pêşbînî kirin tiştekî bi zehmete, bo nimûne û her di vê bareyê de tu kesî pêşbînîya wê çendê nekir ku Mubarek wiha zû bikeve. Belê niha renge li hember Esed bê deng nebin, ji ber hemû alî bas li pişt ketina rejîma Esed dikin ((Tomas Firîdman)) gotarek li ((Nîyoyorkê Taymiz))ê nivîsand, têde daxwazê ji Rûsiya û ew welatên ku piştevaniya rejîma Esed dikin kir û bi zelalî ji wan re dibêje ew dem hatiye ku ew helwîsta xwe bigorin, herweha xelkê Sûriya pir germin ji bo roxandina rejîma Esed û alaya berê ya Sûriya ku berî rejîma Hafêz Esed hebû hildidin lewra ku niha rewş berve şerî navxwyî dere, bêgoman vêketina şerekî navxweyî dirêj egerê faşlbûna dewletê ye bitaybet ku îro piraniya mîkanîzm û dezgehên dewletê di dest Elewiyan de ye lewra paş nemana Elewiyan li desthelatê li wê demê ew kesên ku têne cihê Elewiyan li ser desthelatê karekê pir mezin li pêşiya wan e ku encam bidin bo nimûne ji aliyê jêrxanan ve ku binyatnana wan ne karekî bi sanahiye, bi her hal ez dixwazim vê yekê bêjim ku şerê navxweyî dirêjxayen dibe egerê dirustbûna dewletê biserneketî û di vê bareyê de take çare heye bo rêgirtin li pêş faşilbûna dewletê ew jî birîtiye ji piştevanîkirina civaka nêvdewletî bo welatiyên Sûriya bo bidestxistina desthelat û binyatdana demokrasiyê, lewra bi boçûna min civaka nêvdewletî di şiyan de ye piştevaniya opozisyona Sûrî bike û di vê derbarê de rolekê pozetîv bilîze, li vir jî em vegerin ser pirsyareka we ya pêş niha derbarê ((rejîma serbazî)), bi boçûna min civaka nêvdewletî rêçareyeke bo tekezkirin ku rejîma serbazî welatiyan serkot neke li Sûriyê)).

Çavdêr û şirovekarê sîyasî Odey Somer tekezê li destêwerdana nêvdewletî dike û weha dibîne ku ew dem hatiye ku helwêst werin guhartin, lewra dîsan di vê bareyê de me ji xatûn Henadî Elseman pirsiyar kir erê paş helwîsta nêvdewletî, mezindeya vê barûdoxê berev ku ve dere? Di dirêjiya axaftina xwe de ji bo Gulan bi vî rengî bersiv da û got: ( gerek hemû xelk bi xelkê Sûriyê re hevsoz be, mixabin Sûriya bûye qurbanê berjewendiyên hêzên mezin, her yek ji Rûsiya û Çîn û Îran û Emrîka û heta Turkiya jî axafitinan dibêjin û piştevaniya aliyekî dikin, çi piştevaniya rejîmê be yan ê xelkê, belê kes giringiyê bi berjewendiya xelkê Sûriya nade, belku giringiyê bi berjewendiyên sîyasî yên xwe didin, ev jî ji ber giringiya cîyopoletîkî a Sûriya û dawî tişt ku ew hizrê lê bikin xem û xwastekên xelkê ne. Mixabin rewş weha ye. Wate ew a giringiyê didinê berjewendiyên wan e li navçeyê, lewra niha tenê hêvî ew e ku civaka nêvdewletî destêwerdanê bike bi omêda ku bibe egerê rawestyana xwînrêtinê û bibe egerê rawestana kuştarê, renge kesin di opozisyonê de jî hebin bi vê çendê razîbin, her çende ez bi navê opozisyonê deynakim, belku wek çavdêrek derveyî deyndikim, ku kesin jî hene qebûl nakin, belê ev take rêya çareseriyê ye eger razîbe bi destberdan ji deshelatê, bi hêviya ku ev bibe rêçareyek aştiyane yan nîv aştiyane û destpêkek bo demokrasiyê. Bê goman hertim Sûriyê xudan cihekê cîyopoletîk bû û her ê weha jî bimîne, ku hinek goran û alîgorî destpêkî têne pêş gereke hemû alî di nav de biguncînin di nav wan de xelkê Sûriya û welatûn cîran, bi omêda ku ew gorankariye berev baştir ve be)).

Veguhaztin ji K-Jêrî: Kalo Kalo
Top