• Saturday, 27 April 2024
logo

Pirtûka ‘Bîrgeha Mê’ ya Fatma Savciyê çap bû

Pirtûka ‘Bîrgeha Mê’ ya Fatma Savciyê çap bû

Weşanxaneya Avestayê pirtûka bi nave “Bîrgeha Mê” ya helbestvan û nivîskar Fatma Savciyê çap kir.

Fatma Savciyê bi berhema xwe ya bi navê “Bîrgeha Mê” berê xwendevanên xwe daye pexşanê.

Li ser berga berhemê wisa hatiye nivîsîn:

“Berî niha xewnên we şiyar mane?

Xewnên veşartî yên di van rêzikan de şiyar in. Hewqas şiyar in ku karin we bikişînin nava rastiya xwe. Sêhra pirtûkê ne tenê bi vegotinên xurt ên helbestî, di heman demê de ji jêhatîbûneke lihevanîna gotinên kevnar û evînî pêk tê. Me dibe rêwîtiyeke keşfê, ji ber ku helbestvan pencereyekê hem li cîhana me ya hundurîn hem jî ji perspektîfa bêhempa ya xwe re vedike.

Cîhana ku te divexwînî dê te bikenîne, tûrikê te tije bike bi pirsên ku wê kêlîkê ti nikarê bibersivînî, dê di çavên te de mêvandariya hêstiran bike û carinan jî bike ku tu du caran bixwînî ji ber tiştên hatine nivîsandin ne hesan in, ji hêla jinek kurd ve hatiye nivîsandin. Fatma Savci ku di rêzikên xwe de hîsa aîdbûnê dide, bi erênî û car caran şînî bi rêbazên delal hestên xwendevanên xwe li hev dixe. Wan bi wextê sekinî, ew saeta em lê bawer car din li hev tîne.”

Fatma Savci kî ye?

Di sala 1974an de, li bakurê Kurdistanê, li gundê Girêmîra ya li ser Nisêbînê ji dayik bûye. Ew niha li derveyî welat, li Swêdê dijî, mamostetiya zimanê kurdî dike û xebatên xwe yên wêjeyî didomîne.

Berhemên wê:

- Gulên Qasid (helbest, 2006)

- Xewnên Zîvîn (helbest, 2007)

- Bîra Birînê (helbest, 2010)

- Dotmara Lal (helbest, 2013)

- Danê Baranê (helbest, 2018)

- Ristika Morîkan (çîrok, 2012)

- Şewq û Payiz (pexşan, 2011)

  • Ber bi Binxetê ve - Rojnivîska Rojava (2012)

Rudaw

Top