• Saturday, 27 April 2024
logo

Seydayê Tîrêj 22 sal berê çû ser dilovaniya xwe

Seydayê Tîrêj 22 sal berê çû ser dilovaniya xwe

 Helbestvanê bi nav û deng ê ji Rojavayê Kurdistanê Seydayê Tîrêj beriya niha bi 22 salan wekî îro koça dawî kir.

Helbestvanê navdar ê Kurd Seydayê Tîrêj 23yê Adara 2002an, koça dawî kir.

Navê wî yê rast Nayif e, ew sala 1923yan li gundê Nicîmê yê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Seydayê Tîrêj dema ku dibe 6 salî, bavê wî mala xwe bar dike û li gundê Sêmitikê bi cî dibin.

Seydayê Tîrêj li wê derê û li cem Mela Brahîmê Golî, Quranê û çend pirtûkên olî dixwîne.

Wekî gelek helbestvanên Kurd, Seydayê Tîrêj jî li medreseyê dest bi xwendin û nivîsandinê kiriye.

Seydayê Tîrêj di sala 1937an de çûye bajarê Amûdê û li wê derê pêwendiyên wî bi helbestvanên mezin ên wekî Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar û Nûredîn Ûsiv (Zaza) re xurt bûne.

Seydayê Tîrêj bi wan re xebata nîştimanperweriyê kiriye û wekî gelek welatperwer û ronakbîrên Kurdan, di nava Xoybûnê de cihê xwe girtiye.

Tevî nivîsandina helbest û çîrokan têkoşîneke ramyarî jî meşandiye.

Seydayê Tîrêj sala 1952an bi destê hêzên ewlehiyê tê girtin û dîwaneke helbestên wî yên belavnebûyî tê talankirin.

Seydayê Tîrêj ji ber zextên rejîmê demeke dirêj xwe li nav Erebên Cibûran diparêze.

Sala 1973an de berê xwe dide bajarê Hesekê û li wir bi cih dibe û heta ku diçe ser dilovaniya xwe li wê derê dimîne.

Seydayê Tîrêj, hevaltî bi ti rêxistin û partiyan re nekiriye û Kurdekî serbixwe bû.

Seydayê Tîrêj xwediyê 4 dîwanên çapkirî û 3 dîwanên neçapkirî ye.

Herwiha helbestên Seydayê Tîrêj ji aliyê stranbêjan ve hatine stran ku ya herî bi nav û deng “Ey Bilbilê Dilşadî” ye:

Ey bilbilê dilşadî hela, wer bike fîxan

Derdê me giran e ey bira, birîna me kûr e

 

Gorî te bitin cerg û dil û mêlak û hem can

Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûr e

 

Sê hawe te deng, yek ji sira bayê siba ye

Hawê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye

 

Hawê sisêya ji bêhna şemamok û gula ye

Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e

 

Karwanê me va bi rê ketî, lê şevreş û tarî

Serma ye terez kuliyên di berfê her dibarî

 

Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî

Warê me welat e ey heval, rêça me dûr e

 

Çar hawîr me diz û keleş in, têk dane dijmin

Me ji hev radiqetînin bir bi bir, heyf û mixabin

 

Qet çare û umîda me nemaye bilbilê min

Meydan e ji bo hirç û çeqel, gur zûre zûr e

 

Meydane ji bo hirç û çeqel, rovî û keftar

Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu wer xwar

 

Da pêk ve mijûl bim, bi xwe çend rojên di dijwar

Îro li me ferman e, li ser gerdenê şûr e

 

Destê tewqeyê îro ku em her du bidin hev

Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev

 

Dinya bi xwe dewran e, bizan geh roj e, geh şev

Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e

 

Rudaw

Top