• Friday, 03 May 2024
logo

Bi çareserkirina pirsên navxwe Tirkiyê dikare bihiêztir xwe bide naskirin

Bi çareserkirina pirsên navxwe Tirkiyê dikare bihiêztir xwe bide naskirin
Ji dema ku Tirkiyê siyasetek nerim di astê derve de dimeşîne, rola Tirkyê weak dewletek herêmî bihêz guhartin bi xweve diye û di abûra wê jî de guhartinên mezin rûdane, lê ew rûla ku Tirkiyê li bendêye pêdivî bi çareserkirina pirsên navxwe weke pirsa kurdan heye, di vê barê de me pirs ji D. Zekî Sîrgil mamustayê zanistên siyasî li zanîngeha Bilîkint li Enkerê kir, wî jî weha bersiva gulan de û got: yaku ez dixwazim jib o bersiva vê pirsê bêxim hole ewe ku Tirkiyê bizavkiriye ku pirsgirêkên navxwe çareserbike, helbet weak we xuyakirî ku yek ji wan pirsgirêkan pirsgirêka kurde, lewre ta Tirkiyê pirsên navxwe çareserneke dê pir zehmet be jib o Tirkiyê bikaribe rulekê bihêztir li deverê bigêre, lewma ez dubaredikim ku pirsa kurda yeke ji rûbirûbûnên herî serekî li hember Tirkiyê, bi taybet di van salên dawî de, herçende agrbestek hebû di navbera hêzên ewlehiyê û PKK ê de di navbera 1999 ta 2005, lê ji sala 2005 an û şûnda me hest bi pirbûna pêkdadanên di navbera herdû aliyan de kir, bi taybet dive havînê de pêkdadanên mezin rûdan, lewre pirsa kurdan ta niha jî domdike û em nizanin ka destûra nû ta çi rade wê bikare vê pirsgirêkê çareserbike, ev pirse berdewame û rêkxirawek bi nave PKK e heye û ta niha jî her çalake, lewre jî vê yekê kerîze li hember şiyan û karînên Tirkiyê li deverê danane.

Bizav ji bo çareserkirina pirisgirêkên navxwe pir giringe, lê ya girinktir ewe ku berdewamiyê bidin wan bizavan xwe eger ew bizave di sist û nerim jî bin, lewre gavên vê dawiyê yên serok wezîr ji bo lêburîn xwastinê di bara komkujiya Dêrsimê de di heftiyên bûrî de karek pir başbû, bizavên ji vî rengî rêya çareseriyê xurt dikin, di vê barê de D. Zekî Sîrgil di dirêjiya daxuyaniya xwe de ji gulan re got: di bara bûyerên Dêrsim ê de, berêz Erdogan serok wezirê Tirkiyê nîşanda ku di dema berê de dewleta Tirkiyê şaştî hember deverên kurdan kiriye, lewre jî got (( ez dixwazim daxwaza lêburînê di vê barê de bikim)), lê ew reftarek remziye, ez nizanim ta çi rade ev tişte dê pirsgirêkê çareser bike, ji berku pirsa kurd ne pirsek remziye belku hîna daxwaz û hezên kurdan helawîstîne, lewre pirsa bê bersiv ewe gelo ta çi rade dewleta Tirkiyê dê xwastên kurdan biçîbîne? Lê destpêşxeriya lêburînxwaza Dêrsimê gavek pir biçûkem ez bawernakim bandûrek weha mezin ji bo çareserkirina pirsgirêkê hebe, lewre ji bo çareserkirinê gereke Tirkiyê bersiv li ser hind daxwaziyên kurdan hebe, mina daxwaziya mavê zimên û xurtkirina astê rêberiya lokal serbarî hind daxwazên din. Aliyekê din ku we nîşankirî, destpêşxeriya AKP ê ye û vekirina demukrasiyê li hember destpêşxeriya kurda li sala 2009 herweha di helbijartinên 2011 de, arastê reftara AKP ê hember pirsa kurd hat gûhartin, bi awayekê tê xuyakirin ku durketineke ji Lîbralî û demukrasiyê û pêtir gav ber bi gutara naşînal û mitehafiz ve tê havêtin.

Ji bo ku ew bizavên remzî bibin bizavên piraktîkî gereke gotûbêj dinavbera aliyên peywendîdar destpêbikin, di bara wan gavên ji bo çareserkirina aştiyane ji bo pirsgirêka kurd D. Sergîl got: periya niha hikûmeta Tirkiyê gav ji bo diyalokê havêtine, li gor wan nûçeyên li vê dawiyê xuyabûnî hikûmetê gotûbêj bi PKK ê re kirine, herçende hikûmetê ew gotûbêj direwand lê Erdogan danpêkir û got: eger we bivê pirisgirêkê çareserkin, pêdiviye gotûbêjan bikin, nûrmale tevî hevrikê xwe bipeyvî, lewre ew rastiye xuyakir ku hikûmetê çendîn çara peywendî tev PKK ê kiriye, MHP ê di vê barê de kardanewe hebû, lê ne di wê astê de bû ku li dijî hikûmetê raweste, lewre bi ya min normale di pêşde peywendî di navbera wan de dirust bibin, di heman dem de bi nêrîna min hikûmet gehaye wê rastiyê ku ji bo çareserkirina pirisgirêkê pêdiviye tev aliyê hember bipeyve, niha jî di bara wê reftarê de kardaneweka sinûrdar heye hember hikûmetê, lewre bi ya min îro derfetek baştir hember hikûmetê heye ji bû vedîtina çareseriyeka aştiyane ji bo vê pirsê, ji aliyekê din de destûrek nû tê rojevê û îro di welêt de pirosêsek ji bo nivîsîne têkista destûra nû heye û hemû alî li perlemanê û komisyonê nûnerê xwe ji bo amadekiria têkista destûra nû danaye, lewre biya min ev jî derfetek giringe ji bo vedîtina çareseriyeka aştiyane ji bo pirisgirêkê.

Tirkiyê mina pirekê dinavbera Rojhelat û Rojava de

Ew rola niha Tirkiyê li ser astê derve dilîze, tevî ku rolek giringe lê dikare rolekê mazintir bigêre, di vê barê de me pirs ji pirovîsor Mistefa Kîbar Oxlo serokê beşa peywendiyên nêvneteweyî li zanîngeha OKAN li Stenbûlê kir weha bersiva Gulan da û got: Tirkiyê yeke ji welatên herî bi şiyan li deverê ji aliyê qebara abûrî û hejmara şêniya û herwesa Supayekê bihêz jî heye, lewre pir normale Tirkiyê rolekê giring li deverê ji bo vedîtina destpêşxeriya aramkirina rojhelata navîn bilîze, siyaseta derve ya Tirkiyê ji jêr hikumdariya AKP ê ku tê naskirin bi zîrokirina pirsgirêkan tevî welatên hevsî (( bi awayekê reha guncayiye tevî piransîpa serekî ya siyaseta Tirkiyê ku dibêje aştî li nîştîman û aştî ji bo cîhan)) ku li sala 1920 hatiye darêtin. Ez vê bi armancek giring dizanim, herçende bi destxistina vê armancê li devereka mina rojhelata navîn ya pir kêşedar zehmetê, lê AKP ê gavên pir berçav havêtine bi taybetî ji bo bi dawî anîna wê dijmindariya dîrokiya dinavbera welatê Tirkiya û hevsiyên wê de bi rêya wajokirina rêkeftnamên mezin di bara bihêzkirina hevkariya herêmî û nêvdewletî ji bo nehêştina pirisgirêkên herîmî. Serbarî vê yekê bi sedema pirsgirêkên navxwe yên wan welatan mîna Êran û Suriya ji bo Tirkiyê zehmetbû wan peywendiyan biparêze ku beriya niha bi salekê hatibûn dirustkirin. Hindî ku Êranê tevî cîhana rojava pirisgirêk hebin û hindî rewşa Suriya ya navxwe aram nebe, zehmete destpêşxeriya Tirkiyê pêşbikeve, lê bisedema ciyê Tirkiyê yê cugrafîk Tirkiyê dikare bilivlive, îro û paş sedema şerê sar de Tirkiya buye pirek dinavbera wilatên rojava û rojhelata navîn de. Endambûna Tirkiyê di rêkxirawên rojavayî de mina hevpeymana Nato û rêkxirawa ewlehî û hevkarî û civata Ewropa ... HD. Tevê derfeta bidestxistina yekcarî ji bo endambûn di yekêtiya Ewropa de, vê yekê rê ji bo Tirkiyê xweşkiriye ku peyamê ji bo herdu aliyan bişîne. Tirkiya ji hemû çavdêrên din yên rojhelatê di pirsgirêkin rojhelata navên digehe, eve alavekê bihêze bi mercekê bi awayekê dirust û bi meremek baş bê bikaranîn. Bi nêrîna min li vir diruste ez bêjim Tirkiyê xwast şiyanên xwe ji bo vedîtina çareseriyê bo pirisgirêka Felistînê bêxitekar, herwesa ji bo nakokiyên di bara bernama etonomiya Êranê de, eve tişteke di berjewende hemû layekê de ye eger hevkariya bê kirin ji bo bidestxistina aramî û ewlehiya herêmî.

Endametiya Tirkiya di yekêtiya Ewropa de

Pirofîsor Mistefa Kîbar Oxlo di bara endamnebûna Tirkityê di yekêtiya Ewropa de heya niha sedemên din hene û peywendî bi gavên Tirkiyê ve nîne, belku endamnebûna Tirkiyê di yekêtiya Ewropa de peywendî bi helwîstê welatên Ewropî ve heye hember Tirkiyê, di vê barê de weha ji gulan re xeber de û got: bêguman bi demukratîkirinê yek ji pîverên herî girin ji bo endambûna Tirkiyê di yekêtiya ewropa de tê holê, Tirkiya rabuye bi cêbicêkirina pirosêseka tevgir ji bo rastvekirina îcratên yasayî û destprî û komelayetî û siyasî û abûrî yên pêdivî bi merema pêşde birina welat bi r bi arastekê demokratîk de ji bo ku xwe tevî pîverên yekêtiya Ewropa biguncîne. Di rastî de ev îcraate bi awayekê sereî û berî her tiştî tevî pêşbîniyên welatiyên Tirkiyê yekdigirin, eve di demekê de ku welatiyên Tirkiyê ji çend pêkhateyên ciyawaz pêktên. Serbarî hemû tiştan, perlemanê niha ku paşhelbijartinên Temuza sala 2011 hatiye helbijartin, biryara rastvekirina destûra sala 1982 bi temamî daye, ku ew destûr li jêr rijêma serbazî hatibû danan, herweha ji bo danana destura nû bi beşdariya hemû aliyên perlemanê û bi hevkariya girup û rêkxirawên nahikûmî.... HD . ji aliyekê din de abûrê Tirkiyê bi awayekê bê hempa pêşdeçuye, ku bi awayekêye ku gelek baştire ji welatên yekêtiya Ewropa. Eger herwelatekê Ewropî bi vî awayî weha çalak biya ji aliyê siyasî û civakî û abûrî, weha pêşwext û di demek pir kin de danpêdan bi endambûna wê di yekêtiya Ewropa de dikir. Herçewabe ji ber hind sedema hinek welatên Ewropî rêgirên destkird ji bo ku Tirkiya nekeve di yekêtiya Ewropa de tînin holê, lê serbarî wê jî Tirkiya gehaye kenaran, ji ber çend sedemên serekî ji aliyê kilturî ve li berî hemuyan Ayîn. Ev ne tştek lojîkîye û ne pesende Tirkiyê rûbirû van berhengariyan bibe. Lê serbarî vê yekê jî gereke Tirkiyê dilsarnebe ji endambûna yekêtiya Ewropa û pêdiviye bizava serbarî hemû rêgiran bike û hemû şiyanên xwe bide karî.

Werg;ran ji k.jêrî
Bijar Şêxmemî
Top