• Tuesday, 07 May 2024
logo

Kerkûk – Gora hunermendê navdar ê kurd Elî Merdan hat têkdan

Kerkûk – Gora hunermendê navdar ê kurd Elî Merdan hat têkdan
Duh 28.03.2021ê çend kesekên nenas gora hunermendê mezin ê kurd Elî Merdan li goristana Şêx Mihyedîn a bajarê Kerkûkê têkdan.

Îro 29.03.2021ê nivîskar û rewşenbîrê diyar ê bajarê Kerkûkê Tariq Karêzî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Elî Merdan hunermendê navdar ê kurd e û li goristana Şêx Mihyedîn a bajarê Kerkûkê hatiye veşartin û herkesek jî baş dizane Elî Merdan mamostayê maqame, ne tenê li ser asta kurd û Kurdistanê, li ser asta Rojhilata Navîn maqamzan û maqamxwînê wek wî nebûye. Ew mamostayê birêz hemû temenê xwe xizmeta hunera kurdî kiriye û kesekî di asta pir bilind a hunerî de bûye û gelek berhem jî bo netewa xwe bicîh hiştine.’’

Herwaha got: ‘’Têkdana gora elî Merdan kiryarekî kirêt û xirabe. Bê guman kesên ku ew kirine bi şev ew kare kirine û bi aşkerayî nikarin wî tiştî bikin.’’

Tariq Karêzî got: ‘’Elî Merdan semboleke gelek mezin e û ew kesên ku ew cure kiryarane dikin di rastiyê de bê lêkolîn zehmete mirov biryar bide ka ew kî ne ew kiryar kirine û armanca wan çiye’ lê tişta hatiye kirin gelek kirête û ez piştrastim rojek dê bê ewên ku ew kiryar kirine dê poşman bibin û ev kiryare Elî Merdan mezintir dike. Çawa rojek ji rojan hin xelk hebû êrîşî gora Dildar ê helbestvan kiribûn li bajarê Koye, lê wan pêgeha Dildar mezintir kirin, bi heman awayî têkdana gora Elî Merdan jî bi dîtina gelê xwe dê pêgeha wî bilindtir bike.’’

Elî Merdan hunermendekî navdar ê kurd e û sala 1904ê li sînorê Kerkûkê li dayîk bûye û jiyana xwe de gelek stran û maqam pêşkeşî neteweya kurd kirine û sala 1981ê de koça dawî kiriye û li goristana Şêx Mihyedîn a bajarê Kerkûkê hatiye veşartin.

Top