Pirtûkxaneya Halkî ji derveyî rêzê ye
Pirtûkxane ev peyveke taybet e ku tê wateya mal an jî xaniyê pirtûkan. Pirtûkxane xwedî girîngiyeke taybet in di avabûna zanist û teknolojiya roja me de ku ew di heman demê de mîrata hevbeş a mirovatiyê ne. Ew weke jêderkan in ji bo zanîn û agahiyan. Herwiha ew yekem jêderkên zanistê ne jî ku lêkolîner jê sûdê werdigrin.
Bajarê Stenbolê jî ji ber ku gelek şaristanî û çandên cuda cuda li xwe wergirtiye bûye xwedî gelek pirtûkxaneyan û ji aliyê hejmara wan de ku li xwe werdigre xwedî cihekî wê yê taybet heye li tevahiya cîhanê. Lê li vî bajarê qedîm pirtûkxaneyeke wisa heye ku bi cudahiya xwe derdikeve pêş û ew bi vî rengê xwe ji derveyî rêzê ye. Pirtûkxaneya Halkî ya Dibistana Manastira Heybelîada. Taybetmendiya wê jî ew e ku ew sêyemîn pirtûkxane ye li tevahiya dinyayê ku xwedî pirtûkên herî kevn e. Tevî ku Dibistana Manastirê girtî ye jî ev pirtûkxaneya dîrokî vekiriye ji bo xwendevan, lêkolîner û serdêran. Di hundirê wê de zêdeyî 60 hezar pirtûk hene ku giraniya wan li ser ol, fîlozofî û wêjeyê ne. Temenê hin ji van pirtûkan zêdeyî sedan salan ê ku bi hezaran kes wan xwendine û sûdê ji wan wergirtine. Ew mîna pirekê ne ku di navbera rabirdû û dahatûyê de bûne asasê zanist û pêşveçûnê.
Serperiştkarê Pirtûkxaneyê Mertopolîtan Apostolos dibêje: “Pirtûkxane tevî çêkirina manastirê di sedsala 9an de hatiye ava kirin. Lê mixabin di pêvajoya dîrokê ji ber hin bûyeran hinek pirtûk mixabin winda bûne. Tevî ku ew winda bûne jî şikir ji xwedê re gelek pirtûkên me yên dîrokî û kevnare hê li ciyê xwe ne. Li pirtûkxaneyê ji bilî zimanên Ewropî hin kitêbên bi Erebî û Latînî jî hene ku tê de ferheng û pirtûkên wêjeyê cih digrin. Bi heman hawî kitêbên wêjeya Yewnanî û yên dîroka Împaratoriya Bîzansê û çi erdnîgarî an arkeolojî be jî hene. Her wiha li ser dîroka dêra ola me û yên îlahiyatê jî dîsa cihekî girîng digrin di vê pirtûkxaneya dîrokî de.”
Pirraniya van pirtûkên hêja bi Ingilîzî, Fransî, Yewnanî û Latînî hatine nivîsîn an çap kirin. Bi taybetî yek ji wan heye ku di sala 1484an de ji aliyê Arîstophanes ve hatiye nivîsîn. Her wiha lê hin çapên Incîl û Tewratê jî hene. Bi vî awayî ew yek sereke pirtûkxaneye li tevahiya dinyayê. Ji ber ku lê hin pirtûkên taybet û kevnare hene ku li ti dereke din nîn in û ew tekane ne.
Li pirtûkxaneyê hêj gelek pirtûk hene ku divê werin tesnîfkirin. Hin xwendevan hene ku bi taybetî ji Yewnanîstanê diçin û bi dildarî wî karî dikin. Niha jî gelek xwendevan ji bo karên xwe yên perwerdê û lêkolînê diçin pirtûkxanê û dişixwilin.
Serperiştkarê Pirtûkxaneyê Mertopolîtan Apostolos herwiha got: “Zêdeyî 60 hezar kitêb û cild hene di pirtûkxaneyê de. Helbet ne tenê pirtûk lê belê gelk cuz û fasîkul jî hene tê de. Kitêbên dîrokî xwedî cihekî taybet in ku hin ji wan ji sedsala 15emîn gihîştine heta roja me. Niha li ser wan xebateke mezin tê kirin û gelek ji wan derbasî ser kompûterê dibin. Wisa hêvî dikim ku di demeke nêzîk de dê ew li ser înternetê karibin werin peyda kirin. Li gor rê û rêbazên me kesên ku di beşa îlahiyatê de dixwînin an xwendevanên beşên dîrok û wêjeyê dikarin werin û li vir ji bo tez û doktorayên xwe xebatê bikin. Helbet berî ku werin divê ji zanîngehên xwe belgeya serîlêdanê werbigrin û hê werin. Bi wî hawî ew dikarin werin û ji pirtûkxaneya dîrokî sûdê werbigrin.
Pirtûkxane xwedî roleke girîng in ji bo kes bikaribin xwe bigihînîn agahiyan ku bi vî awayî li seranserê dîroka mirovatiyê gelek şaristaniyên pêşverû hatine ava kirin. Tevî ku bi saya amûrên teknolojiyê kes êdî dikarin bi hezaran cildên pirtûkan bar bikin ser harddîskan jî tama xwendin û desttêdana pirtûkan her tim cuda ye. Bi taybetî jî li pirtûkxaneyeke wisa dîrokî.
Rudaw