• Monday, 29 April 2024
logo

Projeya Dr. Aras Community li Dihokê bi beşdariya zêdetirî hezar ciwanî dest pê kir

Gulan Media February 4, 2024 Corane
Projeya Dr. Aras Community li Dihokê bi beşdariya zêdetirî hezar ciwanî dest pê kir

Projeya Dr. Aras Community ku ji bo hişyarkirina di warê tenduristiyê ya li Herêma Kurdistanê de hatiye amadekirin, li Dihokê hat ragihandin.

Proje dê li bajar û navçeyên din jî dest pê bike. Aras Bradostî bi gotinên, “Em dê piştgiriyê bidin biryarên hikûmetê yên li ser tenduristiya gel û ji bo rawestandina nexweşiyên belav dibin û sedema mirina ji sedî 70ê mirovan em li vir in.”

Dr. Aras Bradostî doh li Dihokê bi beşdariya zêdetirî hezar ciwanî projeya Dr. Aras Community (Civata Dr. Aras) ragihand.

Dr. Aras Bradostiyê di civîna ku ji bo danasîna projeyê hat lidarxistin de axivî û got:

Me ji Dihokê dest bi projeyê kir, ji ber ku her projeyeke ku bingeha wê li Dihokê be ji sedî 100 serkeftî dibe.”

Dr. Aras Community hişyariya tenduristiyê belav dike û derfetê dide xwendekar, ciwan û xwebexşên Kurd ku di warê tenduristiyê de rola xwe bilîzin û li gorî cih, çand û derdorên jê hatine, beşdarî pêşxistina fikra bernameyê bibin.


Projeya Dr. Dr. Aras Community çi ye?

Dr. Aras diyar kir ku ew 2 sal in ji bo pêkanîna projeyeke neteweyî ya mezin li Kurdistanê ji bo hişyarkirina di warê tenduristiyê de dixebite.

Dr. Aras da zanîn ku ew dixwazin Dihokê bikin navenda sereke ya projeyê û got, “Ji ber vê yekê me Dr. Aras Community ava kir û em dê ji Dihokê dest pê bikin.”

Di danasîna projeyê de Dr. Aras di qonaxên cuda yên dîroka hevdem de li ser temenê mirovan agahî dan û diyar kir ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) sala 1948an piştî Şerê Cîhanê yê Duyem hatiye avakirin û ji ber bandora Şerên Cîhanê temenê mirovan derdora 46 salan de bû lê îro li hin welatan 85 sal in.

Dr. Aras got, “Bi gotineke din, welatan bi başkirina tenduristiya xelkê xwe temenê mirovan dirêj kir. Êdî li cîhanê rêjeya temenê mirovan derdora 73 salan de ye.”

Dr. Aras diyar kir ku dermanên nexweşiyên wekî sorik û êşa zirav hatine dîtin ku sedsala borî bûn sedema mirina bi milyonan mirovan û destnîşan kir ku mirinên bi nexweşiyên wekî lerzeta (malaria) û AIDSê gelekî kêm bûne.

Dr. Aras da zanîn ku di nava 20 salên dawî de bi saya rêze lêkolînên tenduristiyê mirinên di dema zayînê de û mirina zarokan kêm bûye.

“Ji bo qedexekirina cixareya elektronîk divê bingehek were amadekirin”

Dr. Aras amaje bi wê yekê kir ku bicihkirina di rojekê de ya qedexeya cixareya elektronîk a li Herêma Kurdistanê xelet bû û destnîşan kir ku welatekî wek Fransayê 20 salan kar li ser kir, bingehek amade kir û piştre biryara qedexekirinê derxist.

Dr. Aras pêşniyar kir, “Ji bo kêmkirina rêjeya kişandina cixareyê pêwîstî bi emeliyatan nîne lê ji bo vê yekê divê em hişyariya raya giştî bilind bikin, bacê li ser cixareyê bisepînin û kişandina cixareyê li kafeterya û cihên giştî qedexe bikin.”

Nexweşiyên ku belav nabin sedema mirinên ji sedî 70ê ye

Dr. Aras amaje kir ku yek ji armancên projeyê ew e ku nexweşiyên ku belav nabin û ku bandorê li xelkê dikin kêm bikin.

Dr. Aras got, “Niha li cîhanê ji sedî 70ê sedemên mirinan nexweşiyên ku belav nabin in.”

Dr. Aras da zanîn ku obezîte, nexweşiyên dil, diyabet (şekir), tansiyona bilind û nexweşiyên kronîk ji wan nexweşiyan in û mirov dikare rê li ber wan bigire.

Dr. Aras amaje bi bikaranîna dermanan a li Herêma Kurdistanê jî kir û anî ziman:

“Demsala sermayê hat û ew nexweşiyeke giştî ye lê tenê ji bo ku zêdetir dermanan bifiroşin û qezenc bikin antîbiyotîkan didin mirovan.

Ew dizanin ku ev antîbiyotîk çawa bandorê li laş dike lê ji ber ku pere ji wan re baştir e vê yekê dikin.”

Dr. Aras bandorên ku antîbiyotîk bi xwe re tîne bi bîr xist û got, “Bakteriyên me êdî bertek nîşanî derman û antîbiyotîkan nadin, ji ber ku em bêyî ku hewce bike bi kar tînin û ew fêrî xweparêziyê dibin.”

Xwezaya cihên giştî

Dr. Aras Bradostî diyar kir ku qirêjiya hewayê pirsgirêkeke neteweyî, sîstematîk û cîhanî ye û welatan ji bo parastina cihên giştî rêze tedbîrên qanûnî girtine û got:

“Divê em karibin ji kafeteryayan re bibêjin hûn nargileyê difiroşin lê ez naxwazin dûmana wan bikişînim.

Wezareta Tenduristiyê û hikûmet divê vê yekê li ser kafeterya û xwaringehan ferz bike.”

Dr. Aras got, “Em wekî artêşeke ji ciwanan a Projeya Dr. Aras Community, em ji Wezareta Tenduristiyê û hikûmetê re dibêjin ku em dê alîkariya bicihkirina vê biryarê bikin da ku zarokên me û dayikên me yên ducanî li cihên giştî dûmana cixareyê nekişînin.”

Di konferanseke tenduristiyê ya par a li Herêma Kurdistanê de hat ragihandin ku welatiyan 13 milyon caran serdana navendên tenduristiyê kirine.

Dr. Aras li ser vê yekê anî ziman:

“Dema ku ev yek hat ragihandin, min hest kir ku me 13 milyon caran winda kiriye, ji ber ku me hişt ku di civaka xwe de welatiyekî saxlem nexweş bikeve.

Em bibin xwedî nexweşxane û derfetên herî baş ên emeliyatê lê heger em bihêlin welatiyek nexweş bikeve em dê winda bikin. Ji ber ku tenduristiya mirovan ji her tiştî girîngtir e.”

Wêne: Bilind T. Abdullah / Rûdaw
“Li Herêma Kurdistanê sektora tenduristiyê nîne”

Dr. Aras Bradostî rexne li sektora tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê jî kir û got:

“Xizmetên me yên tenduristiyê ne di asta ji çaran yekê welatên pêşketî û welatên Ewropayê de ne. Ji ber vê yekê divê em têkoşîna xwe ji dîwarên nexweşxanê wêdetir bibin û nehêlin ku mirov nexweş bikevin. Heger em rê bidin ku nexweşî têkeve laşê me em dê winda bikin.”

Dr. Aras da zanîn ku “Tişta ku niha li Kurdistanê heye ne sektora tenduristiyê ye, sektora nexweşiyê ye” û got:

“Nexweşî ji tenduristiyê cudatir e. Ya ku li Herêma Kurdistanê tê kirin tenê ji bo dermankirina nexweşan e, em li ser ji sedî 95ê civakê yê mayî ti xebatan nakin.”

Wêne: Bilind T. Abdullah / Rûdaw
Zêdetirî 12 hezar kesan navên xwe tomar kirin

Projeya Dr. Aras Community armanc dike ku bernameyê bigihîne hemû welatiyan. Ji bo vê jî tevlîbûna ciwan, xwendekar û xwebexşan di qonaxên pêş de tê pêşbînîkirin. Armanc ew e ku di derbarê tenduristiya gel de hişyarî were bilindkirin.

Proje dê bihêle ku ciwan û xwendekar bi rêya platformên Rûdawê çalakiyên xwe yên tenduristiyê nêzîkî raya giştî bikin û li seranserî cîhanê bi qasî karibin bigihêjin xelkê.

Proje dê di civînên bi vî rengî yên li hemû bajarên din ên Herêma Kurdistanê jî were nasandin. Heta niha 12 hezar û 350 kesî ji bo ku beşdariya projeyê bibin navê xwe tomar kirine. Ji sedî 58ê wan keç û jinên ciwan in.

 

Rudaw

Top