• Tuesday, 07 May 2024
logo

Li Hewlêrê projeya çapkirina 100 pirtûkî hat bicihkirin

Li Hewlêrê projeya çapkirina 100 pirtûkî hat bicihkirin
Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê, zincîreyeke pirtûkên hizrî, dîrokî û siyasî bi navê “Projeya Sed Pirtûk” çap û belav kir.

Rêveberê Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Rojhilat Hesen Danîşfer ji K24ê re ragihand, “Ji dema salekê ve projeyeke bi vî awayî di bîra min de bû, ji ber wê min hewl da her bi çi awayekî wê encam bidim.”

Got jî: “Li ser asta Herêma Kurdistanê, cara yekem e projeyeke ji vî awayî tê encamdan.”

Diyar kir, berhemên hatine çapkirin, berhemên pênûsên kurd û nivîskarên biyanî ne û beşek ji wan jî werger in. Tevahiya wan ji jêderên bawerpêkirî ne û ji bo çanda Kurdî xwedî girîngiyeke mezin in.

Her wê derbarê de, mamosteyê zanîngehê û şarezayê dîroka kurdî Diktor Mihemed Ebdulah Kakesûr ji K24ê re ragihand, projeya sed pirtûk, girîngiyeke wê ya mezin heye û derzeke mezin di pirtûkxaneya kurdî de dadigire ku tevahiya wan berheman çap û belav dibin û di gelek waran de çavkaniyên girîng û sûdewar in bi taybetî di dîrokê de.

K24
Top