Alîkariyên hevpeymanan bo HSDê berdewamin
Piştî gefên Tirkiyeyê yên bo êrîş kirine ser Rojavayê Kurdistanê, Amerîka û hevpeymaniya cîhanî karwaneke din ji alîkariyên xwe şande Rojavayê Kurdistanê.
Li gor jêderên ji herêmê, duhê bi şev karwaneke 150 heta 200 kamiyonî yaku têjî ji çek û cebelxane bûye ji aliyê hevpeymaniya cîhanî ve li bajarê Qamîşlo radestî hêzên HSDê hatiye kirin.
Weke tê zanîn ev demeke Tirkiye gef li Rojavayê dike û dibêje çawe em çûne Efrînê vê bi heman awayî jî biçine Rojhilatê çemê Firatê û niha şandeke Amerîkî jî li Tirkiyeyê ye û li gel rayedarên Tirkiyeyê li ser navçeya aram û çawetiya awa kirina vê navçeyê giftûgoyan dike lêbelê heta niha negehêştine ti encamekî.