• Sunday, 05 May 2024
logo

Encamên fermî yên hilbijartinan hatin ragihandin: YNK û PDKyê çend kursî bi dest xistin?

Yaşar Îçen December 29, 2023 Nûçe
Encamên fermî yên hilbijartinan hatin ragihandin: YNK û PDKyê çend kursî bi dest xistin?

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê encamên dawî yên hilbijartinên encûmenên parêzgehan belav kirin.

Li gorî encamên dawî yên Kerkûkê, Hevpeymaniya Kerkûk Hêz û Îradeya Me Ye (YNK) bi 157 hezar û 649 dengan 5 kursî bi dest xist. Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî bi 52 hezar û 278 dengan 2 kursî bi dest xist.

Hevpeymaniya Erebî bi 102 hezar û 558 dengan 3 kursî bi dest xist.

Eniya Tirkmenî jî li Kerkûkê bi 75 hezar û 169 dengan 2 kursî bi dest xist.

Li gorî encamên dawî li Nînowayê jî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi 141 hezar 52 dengan 4 kursî bi dest xist.

Ehlî Nînowayê (YNK jî di nav de ye) bi 50 hezar û 606 dengan 2 kursî bi dest xist.

Li Diyaleyê Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) bi 28 hezar û 648 dengan kursiyek bi dest xist.

Hejmara kursiyên ku partiyan li Kerkûkê bi dest xistiye:

 

Rudaw

Top