Serok Barzanî daxwaza bexteweriyê bo mesîhiyan dike
![Serok Barzanî daxwaza bexteweriyê bo mesîhiyan dike](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20231225112943_original_5.jpg )
Peyameke pîrozbayî pêşkêşî wan kiriye.
Bi minasebeta cejnên sersal û jidayikbûnê Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî welatiyên mesîhî kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;
Bi navê xwedê mezin
Bi minasebeta sersala nû ya mîladî û cejna jidayik bûna HZ Îsa Mesîh silavên xwedê li ser wî bin gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî xuşik û birayên mesîhî yên li Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê bo wan dixwazim.
Bi vê minasebeta han tekez li ser pêbendiya xwe bi çanda bihevre jiyan û biratiyê di navbera pêkhateyên Kurdistanê de dikin û hêvî dikim xuşik û birayên mesîhî tevahiya cejnên xwe bi xweşî û aramî derbas bikin.
Mesûd Barzanî