• Monday, 06 May 2024
logo

Îsraîl: Em gehêştine armancên xwe yên cengî

Occo Mahabad December 5, 2023 Nûçe
Îsraîl: Em gehêştine armancên xwe yên cengî

Dibêje şer berdewam dibe.

Şerê navbera Îsraîl û Hemasê ev du mehe didome û duhê jî Fermandarekî artêşa Îsraîlê daxuyaniyek da radiyoya artêşa vê welatî.

Fermandarê artêşa Îsraîlê Hisham Abraham duhê di daxuyaniyeke taybet de ji radiyoya artêşa xwe re ragihandiye ku, artêşa Îsraîlê di nava du mehên derbasbûyî de kariye tevahiya armancên xwe yên leşkerî û cengî li Bakûrê Xezeyê bidest bîne.

Abraham herwiha eşkere kiriye ku, şer hîn jî bi dawî nehatiye û heta Hemas bi temamî neyê jinav birin şer her berdewam dibe.

Ji aliyê xwe ve duhê wezîrê berevanî yê Îsraîlê jî serdana eniyê şer kiribû û ragihandibû ku, di rojên pêşiya me de Xeze bi temamî dikeve û Hemas li Bakûrê Xezeyê tê avêtin.

 

Top